Parlamenterê HDP'ê Ayhan hat binçavkirin 2017-02-27 10:39:05 RIHA - Parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan li balafirgehê hate binçavkirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îbrahîm Ayhan dema ku xwest biçe Enqereyê li balafirgeha Rihayê hate binçavkirin. Ayhan birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê. Hate hînbûn ku Ayhan ji ber axaftina xwe ya berê li Şirnexê kiriye hatiye binçavkirin.