'Em biryara der barê Yuksekdag de nas nakin' 2017-02-27 12:48:04 WAN - Gelê navçeya Qelqeliyê ya Wanê, bertek nîşanî xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag dan û diyar kirin ku ew biryara der barê Yuksekdag de nas nakin. Rêxistina HDP, DBP, TJA yên Navçeya Qelqeliyê ya Wanê, li diji xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag daxuyanî dan. Daxuyani li avahiya HDP'ê ya navçeya Qelqeliyê hat lidarxistin. Cîgar Hevşaredara Qelqeliyê Elif Yîgît, diyar kir ku Yuksekdag li meclisê nûnra aştî, edalet, azadî û xwehbiratiyê bû. Yîgît, anî ziman ku xistina parlamenteriya Yuksekdag darbeya li diji vîna jinê û gel e û wiha got: "Ji roja Fîgen Yuksekdag gav avêt meclîsê heta dawî AKP'ê ew kir hedefa xwe. Yuksekdag Şoreşa Rojava parast. Mafê jinê, ciwanan parast. Li dijî kuştin û zilmê her dem li cem kesên bindest cih girt. Yigit, anî ziman ku bajar bi bajar, kolan bi kolan roj bi roj eniya 'Na' mezin dibe û wiha got: "HDP bang li 6 milyon hilbijêrên ku dengê xwe daye HDP'e dike ku bêjin 'Na' û her kesî ji bo 'Na' bi rêxistin bikin.