Hem heye hem tuneye: Mutabaqata Dolmabahçeyê 2017-02-27 13:29:43 STENBOL - "Mutabaqata Dolmabahçeyê" ku yek ji gavên herî şenber a pêvajoya çareseriyê bû û wekî ku bi hemû kesan re da gotin "vê carê temam e" 2 sal derbas bû. Pêvajoya ku bi redkirina mutabaqatê ve dest pê kir welat ji hêviya aştiyê ber bi tarîtiyê ve bir. Li Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nameya xwe ya 21'ê Adara 2013'an Newroza Amedê re şand de "Pêvajoya çareseriyê" îlan kiribû. Di nava du salan de gelek hewldanên provokasyonê hebin jî di 28'ê Mijdara 2015'an de "Mutabaqata Dolmabahçeyê" ku ji bo Rojhilata Navîn wekî mizgîniyê bû ji aliyê Heyeta Îmraliyê û rayedarên hikûmetê ve li Qesra Dolmabahçeyê hat aşkerakirin. Demeke kurt be jî hêviyên ji bo çareseriyê piştî ku Serokomar Tayyîp Erdogan û hikûmetê maseya muzakereyê xira kir veguherî pêvajoyeke tarî, mirin û şer. GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ YÊ PÊVAJO DA DESTPÊKIRIN Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîbû û piştî wî hevdîtin hatibûn astengkirin. Pêvajoya Çareseriya Demokratîk a bi Mutabaqata Dolmabahçeyê ve gihîştibû merhaleyekî Tirkiyeyê 2 salan rehet kiribû. Di 2012'an de şer derketibû asta herî jor. Ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Ocalan bi dawî bibe û bê şikandin girtiyên li zindanan ketin dewreyê. Girtiyên PKK û PAJK'ê di 12'ê Îlona 2012'an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin û grevê 68 rojan berdewam kir. Ligel gelek derûdorên Wezareta Dadê jî di nav de ketin dewreyê jî girtiyan grev bi dawî nekirin, piştî ku Ocalan bi riya birayê xwe Mehmet Ocalan ve peyam şand û bangawazî kir girtiyan grev bi dawî kirin. PROVOKASYONA YEKEM Bi grevên birçîbûnê re rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de careke din derket holê. Ocalan Pêvajoya Çareseriya Demokratîk bi hevdîtina ku Heyeta BDP'ê re kir bêyî ku dem winda bike hewl da derbasî jiyanê bike. Bi vî hewldanê re hêzên ku dixwazin pêvajoyê sabote bikin jî derketin holê. Di pêvaojya ku hevdîtinan dest pê kir de li Parîsê 3 siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin qetilkirin û bi vî rengî hat xwestin pêvajo yê sabotekirin lê Ocalan bi biryarbûna xwe ya ji bo çareseriyê çareke din nîşan da û diyar kir ku divê ev bûyer bê ronîkirin û peyama bi biryarî berdewamkirina pêvajoyê da. PÊVAJOYA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK DEST PÊ KIR Piştî ku hevdîtinan dest pê kir û bi çûyîna heyetan ve Ocalan "Pêvajoya Çareseriya Demokratîk" da destpêkirin û bi nameya xwe ya ji 21'ê Adarê Newroza Amedê re şand ve pêvojo da destpêkirin. Ocalan di peyama xwe ya şand de wiha got: "Êdî em hatine merhabeya bila çek bêdeng bibin fikir biaxivin. Paradîgmaya modernîst a ku tune dihesibîne, înkar dike serobino bû. Xwîna ku diherike li kurd, tirk, laz, çerkesan nanêre û diherike vî cografyayê. Ez bi şahidiya milyonên ku guh didin bangawaziya min dibêjin ku êdî pêvajoyekî nû dest pê dike. Ne çek, siyaset derdikeve pêş. Dîsa dibêjim ku pêvajoya hêzên me yên çekdar vekişin derveyî sînor hatiye. Ez bawer dikim ku hemû kesên ku dilê xwe ji bo vî dozê re vekirine heta dawî dê hesasbûna pêvajoyê li ber çavan bigirin. Ev ne dawî, destpêk e. Devjiberdana têkoşînê na destpêkirina têkoşîneke din e." MERHALEYA YEKEM DERKETINA DERVEYÎ SÎNOR Piştî ku pêvajoya demokratîk hate destpêkirin ji bo di nava gel de bê qebûlkirin û bê şopandin di 3'yê Nîsana 2013'an de Heyeta Aqilmendan hate avakirin. Piştî ku heyet hate avakirin di merhaleya yekemîn de di 8'ê Gulana 2013'an de biryara paşvekişandina îlan kir û dest bi derketina derveyî sînor kir. Bi vekişandina HPG'iyan ve hikûmetê înşeatên qereqol û qeleqolan zêde kir. Ev yek di hişê gelek kesan de bû sedema pirsan. Ji bo qereqol neyên çêkirin gelek çalakî hatin kirin. Yek ji wan meşa li navçeya Licê ya Amedê bû. Li vir di êrîşa polîs û leşkeran de Medenî Yildirim ê 17 salî jiyana xwe ji dest da. DERKETINA DERVEYÎ SÎNOR HATE RAWESTANDIN Hikûmetê di merhayela duyemîn de gavên ku divê bavêje neavêt û li ser vê yekê Ocalan ji bo merhaleya sêyemîn têkîldarî tiştên ku divê bê avêtin bi riya heyetê bal kişand li ser du dîrokan. Ji bo hikûmet paketa demokratîkbûnê bi BDP û Ocalan ve parve bike 1'ê Îlonê da, ya duyemîn jî 15'ê cotmehê de paket ji parlamentoyê derbaskirin bû. Hikûmetê di vî mijarê de gav neavêt û Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand li ser 1'ê Îlonê û daxuyaniya "Me heta 1'ê Îlonê dem da hikûmet û dewletê. Bila helwesta xwe li ber çavan re derbas bikin. Em, gelê me û cihan dixwazin hîn bibin. Dê gav bavêjin an neavêjin, çareseriyê dixwazin yan na. Divê vî aşkera bikin" da. Ji ber ku hikûmetê gav neavêt KCK'ê di 9'ê îlonê de bi daxuyaniyekê derketina derveyê sînor da rawestandin. Piştî vî daxuyaniyê serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan paketa demokratîkbûnê aşkera kir. Ji bo benda hilbijartinê 3 alternatîf, hevserokatî, bi zimanê cuda propagandaya siyasî di paketê de hat aşkerakirin û ev ne li gorî bendewariyan bû lê hin madeyên paketê jî nekirin qanûn. Sadik Topaloglu / Sadiye Eser - dîhaber DI 2014’AN DE ÊDÎ MUZAKERE LAZIM E Di destpêka sala 2014'an de pêvajoya çareseriya demokratîk bi pêvajoya bê çalakiye ya PKK'ê re bêtir xwe nîşan da. Lê di milê hikûmetê de gavên şênber nehatin avêtin. Di milêhikîmetê de nakokî û pevçûna îktîdarê hebû. Di nava partiya îktîdarê û cemaeta Fethullah Gulen de rageşiyek hebû. Bi operasyona nelirêtiyê ya 17'ê Kanûna 2013’an re di destpêka sala 20147an şerekî aşkere pêş ket. Di Newroza 2014’an de Ocalan daxuyaniyek girîng bi raya giştî re parve kir. Peyama Ocalan a çareseriya demokratîk di Newroza Amedê de ji raya giştî re hat xwendin. Ocalan di peyama xwe de gotibû: “Heta niha pêvajoya diyalogê bû û girîng bû. Di vê pêvajoyê de her du aliyan milê hev ê niyetê û rastiya hev test kirin. Pêvajoya ku em hatinê divê êdî muzakereya zagonî û fermî dest pê bike. Ev ferz e. Aştî ji şer bêtir dijwar e. Her şerek teqez aştiyek wê heye. Dema me di ber xwe da em netirsiyan. Dema em ji bo aştiyê têbikoşin jî emê netirsin." GAVA ŞÊNBER A EWIL Piştî daxuyaniya Ocalan a Newrozê hikûmetê di meha tîrmehê de gavek şênber avêt. Di encama hevdîtina bi Oclana re projeyek hat qebûlkirin. Projeya bi navê “Qanûna der barê Bi dawîkirina terorê û Hêzkirina yekparebûna civakîbûnê" hat qebûlkirin. Ocalan, ji bo vê zagonê got: "Ev qanûn dê bibe sedem ku rê li pêş dewleta bi beşên civakê ku pêre di nava pevçûnê de ye bi riya muzakereyan çareser bike veke." PÊVAJOYA KOBANÊ BANDOR LI SER KIR Piştî meha tebaxê piştî Erdogan bû serokomar û Ahmet Davutoglu jî bû serokwezîr di pêvajoya çareseriyê de rageşî û paşveçûnê dest pê kir. Ocalan, KCK û siyaseta legal a kurd diyar kirin ku wan gavek avêt nava pêvajoya çraeseriyê. Divê êdî dest bi pêvajoya muzakereyan bike. Di 30'ê Îlona 2014’an de Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç diyar kir ku ji bo ev pêvajo bi serkefti bi encam bibe Lijneya Pêvajoya Çareseriyê avakirine. Lê dijberî vê yekê 15 roj berê di 15 'ê Îlonê de komek endamên DAİŞ'ê bi belge û dîmenan derbasî dersînor bû û dest bi dagirkeriya Kobanê kirin. Rayedarên hikûmetê li dijî kurdan "û Kobanê dest bi daxuyaniyan kirin. Serokomar Erdogan PKK rexne kir û DAİŞ parast. Piştre PYD wekî “terorist” îlan kir. OCALAN PÊVAJOYA HATIBÛ XETIMANDIN DÎSA VEKIR Piştî ku Erdogan got "Kobanê ket dê bikeve" dijberî gotina Erdogan di 6-9'ê Cotmehê de bûyer û serhildanên ji bo piştgiriya Kobanê dest pê kir. Vê pêvajoya serhildanan bandor li ser pêvajoya çareseriyê jî kir. Ocalan di 21'ê Cotmehê de peyamek ji Îmraliye şand dîsa di çareseriyêde israr kir. Ocalan,di peyamê de got: “Tirkiye ji bo pêşeroja demokratîk û aştiyek mayinde di 15'ê Cotmehê de pêvajoyek nû dest pê kiriye." 'EM DIKEVIN PEVAJOYEK NÛ' Heyeta ku di 30'ê Mijdarê de çû Îmraliyê û Ocalan ziyaret kir, Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle jî cih girt. Ocalan di vê hevdîtinê de anî ziman ku Pêşnûmeya Çareseriya Demokratîk û Aşityê ya Muzakereyan gihiştiye merhaleyekê. Ocalan anî ziman ku êdî çareseriya demokratîk ji bo bi awayekî zagonî dest pê bike teqez lazim e û wiha got: "Ger ku ev pêvajo bi zagonan neyê paratin dê aştî û demokrasî negêje hedef û armanca xwe. Piştî hevdîtinên 17'ê Kanûnê, di 22'ê Kanûn de heyeta Îmraliyê daxuyanî da. Endamê heyetê Sirri Sureyya Onder, diyar kir ku piştî çalakiyên 6-8'ê Cotmehê yên piştevaniya Kobanê krîza di pêajoya çraeseriyê de derket holê bi dawî bûne. Piştî Onder, bi Cigîrê Serokwezîr Yalçin Akdogan re hnevdîtin kir got: “Piştî vê pêngavê di çarçoveya pêvjoya çareseriyê de têkildarî çareseriyê çi hewce be bi tevlêbûna Brêz Ocalan re di xeta ku Ocalan daye destpêkirin de bi granî li Îmraliyê em ketine pêvajoyake nû." MUTABAKATA DOLMABAHÇE Di sala 2015'an de pêngavek nû hat destpêkirin. Di sala ku Kobanê ji DAİŞ'ê hat rizgarkirin paketa "Ewlehiya Navxweşî" ku bu sedena niqaşên zêde, bi zextên AKP'ê di meclîsê re hat derbaskirin. Li gel hemû van guhertinan Mutabaqata Dolmabahçe ya 28'ê Sibatê bû heviyek nû. Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Îdris Baluken û Pervin Buldan û di milê hikûmetê de Mahir Unal, Cîgirê Serokwezîr Yalçin Akdogan û Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala li masaya mutabakatê ya Dolmabahçeyê rûniştin. Ev bû sedema hêvî û kêfxweşiyekê. Lê piştî demek kurd Serokomar Erdogan û AK Partiyê mase xera kir û pêvajo hat guhertin. Pêvajoya ku şer û kuştin zêde bû dest pê kir.