Hîndekarê îxrac bi ajvaniyê şermezar kir hat binçavkirin 2017-02-27 14:47:04 MUGLA - Hîndekar Engîn Karataş ê li Bodrumê hat îxrackirin û pankarta "Ez karê xwe û keda xwe paşve dixwazim" vekir û bi ajvaniyê îxrac şermezar kir hat binçakirin. Hîndekar Engîn Karataş, di çarçoveya OHAL'ê bi biryara KHK'ê di 29'ê Cotmeha 2016'an de hat îxrackirin. Mamosteyê polê Engîn Karataş ê li gel 8 mamosteyan hat îxrackirin, bi armanca îxracê şermezar bike pankarta "Ez karê xwe û keda xwe dixwazim" li ser cilê avjeniye nivîsand û ket deryayê. Malbat û xwendekarên Karataş jî piştgirî da çalakiyê. Karataş di peravê de çalakiya avjeniyê kir û sedema îxracê ji der û dorê re vegot. Piştî demekê Yekîneyên Ewlehiya Peravê ya Bodrumê mudaxaleyî Karataş kirin û Karataş binçav kirin. Yekîneyên Peravê Karataş binçav kirin û birin Şaxa Ewlehiyê ya Perava Marinayê. Koma li der dorê jî binçavkirina Karataş bi çepikan şermezar kir.