Abdî Aykut ji nexweşxaneyê birin qereqolê 2017-02-27 15:01:04 MÊRDÎN - Abdî Aykut ê ku ji gundê Xerabê Bava bi îşkenceya ku dît ve hate rojeva raya giştî, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê birin qereqolê. Welatiyê bi navê Abdî Aykut ê ji gundê Xerabê Bava ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê rastî îşkenceya leşkeran hat û bi şev bi awayekî tazî li hewşa mala xwe hate hiştin ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê birin Fermandariya Cendirmeyan a Nisêbînê. Şehrîban Aykut îna borî bi destura dozgeriyê bavê xwe dîtinê diyar kiribû ku bavê wê ji ber îşkenceya ku dîtiye bi zorê dikare biaxive. Aykut ji Fermandariya Cendirmeyan a Nisêbînê di encama ehwldana parêzeran de rakiribûn nexweşxaneyê.