Ji sedî 39 AKP'î dibêjin 'Na' 2017-02-27 16:15:47 ENQERE - Li gorî encama anketa Navenda Lêkolîna Cemaweriyê ya Avrasya ku der barê referanduma 16'ê Nîsanê de amade kir, kesên dibêjin na ji sedî 56.4 e. Ji hilbijêrên Ak Partiyê ji ji sedî 39 dibêjin 'Na'. Navenda Lêkolina Cemaweriyê ya Avrasya (AKAM), encama anketa der barê hilbijartina referandumê ya di 16'ê Nîsanê de pêk bê bi raya giştî re parve kir. Li gorî encama anketê ji sedî 56.4 dibêjin 'Na'. HILBIJÊRÊN AK PARTIYÊ JI SEDÎ 39 DIBÊJIN 'NA' Ji beşdarên anketê yên hilbijêrên AK Partiyê jî ji sedî 39 diyar kirin ku dê di referandumê de bêjin 'Na'