Ber bi gundê Qurdisê ve sewqiyata leşkerî 2017-02-27 17:34:38 MÊRDÎN - Ber bi gundê Qurdisê yê qedexeya derketina derve lê hat îlankirin, sewqiyata leşkerî dest pê kir. Piştî gundê Xerabê Bava, Talatê û Cibilgiravê yên Nisêbîna Mêrdînê, li gundê Qurdisê yê girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdînê jî qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Hat diyarkirin ku ber bi gundê Qurdisê ve sewqiyata leşkerî dest pê kiriye. Welatiyekî ji gundê Darayê yê 7 km'yan dûrî Qurdisê ye ragihand ku, saet li texma 16.00'an 5 wesayîtên zirxî û helîkopterek ji Darayê be rbi gundê Qurdisê ve çûne.