Der barê wekîlê HDP'î Onlu biryara anîna bi darê zorê 2017-02-27 18:09:00 DERSIM - Der barê Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" biryara anîna bi darê zorê hat dayîn. Der barê Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu, ji ber gotinên xwe yên dema li navenda Dersimê di pevçûnekê de hin PKK'yî jiyana xwe ji dest dan kirin, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin. Di vê dozê de der barê Onlu de biryara anîna bi darê zorê hat dayîn. Rûniştina dozê di 24'ê Sibatê de li Dadgeha Cezayê Giran a Dersimê hat dîtin. Ji bilî Onlu destûra parzeran jî nehta dayîn ku beşdarî dozê bibin. Îro biryara anîna bi darê zorê teblîxî parêzerê Onlu, Enver Erdal hat kirin.