Hevşaredarên Dersimê sirgûn kirin 2016-11-23 15:13:24 DERSIM - Hevşaredarên Dersimê ku hatin girtin û piştre ji heyvirê hatin dûrxistin Nurhayat Altun û Mehmet Ali Bul ligel Parlamentera Dersimê ya Berê Edibe Şahin sirgûn kirin. Hevşaredarên Dersimê Nurhayat Altun û Mehmet Ali Bul ku di 17’ê mijdarê de hatin binçavkirin û girtin û piştre ji peyvirê hatin girtin tevî parlamentera Dersimê ya berê Edibe Şahin sirgûn kirin. 3 siyasetmedarên kurd, ji girtîgeha tîpa E ya Xerpêtê sirgûnî Girtîgeha F-1 a Kocaeliyê kirin. 10 siyasetmedarên din jî li Girtîgeha Xerpêtê tên ragirtin.