Rojnameger Deniz Yucel hat girtin 2017-02-27 23:04:01 STENBOL - Nûnerê Rojnameya Die Welt ê Tirkiyeyê Deniz Yucel, piştî 13 rojan sewqî dadgehê hat kirin. Piştî îfadedayîna li dozgeriyê, Yucel ê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin, hat girtin. Nûnerê Rojnameya Die Welt a alman ê Tirkiyeyê Deniz Yucel ê hatibû binçavkirin, piştî îfadedayîna li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Yucel bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê" û "Tehrîkirina gel a ber bi kîn û nefretê" hat girtin.