Hevserokên DAD'ê: Divê elewî di rojahesabpirsînê de bibêjin 'Na' 2017-02-28 09:33:27 DERSIM - Hevserokên Komeleyên Elewiyên Demokratîk, diyar kirin ku hilbijartina referandûmê di navbera heq û neheqiyê de roja hesabpirsînê ye û gotin ku divê hemû elewî li dor "Na"yê bibin yek. Hevserokên Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD), têkildarî hilbijartina referandûmê ya dê di 16'ê Nîsanê de pêk bê nêrînên xwe beyan kirin. hevserokan bang li gelê elewî kir, da dengê "Na"yê bi kar bînin. ‘WEK JINÊN ELEWÎ DIVÊ EM LI DIJÎ SEROKATIYÊ DENG DERBIXIN' Hevseroka Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk ya Tûzlaya Stenbolê Fazile Elsever, diyar kir ku hele pergala serokatiyê bê dê jin rastî pirsgirêkên cidî bên. Elsever wiha axivî: "Heke serokatî bê dê jin nikaribin derkevin derve, dê nikaribin biaxivin, dê girêdayî gotina zilaman bin. Ji ber vê divê em jinên elewî deng derbixin. Em vê serokatiyê naxwazin. Ji xw edewlet ji elewiyan ditirse, wan naxwaze. Herî zêde ji jinan ditirse. Çimkî, em dizanin heke jin bixwaze dikare cîhanê paqij bike û bîne gel hev. Heke her tişt di destê jinan de be, dê wekhevî, edalet û azadî hebe." Elsever wiha domand: “Dewlet li dijî bawerî û çanda elewiyan dertê. Ji beriya berê de dewlet li dijî elewiyan dertê û heke niha jî pergala serokatiyê bê dê çand, ziman û baweriya me elewiyan winda bibin." Elsever, diyar kir ku divê ji van çewisandinan neyê tirsandin û got, di referandûmê divê di serî jinên elewî û hemû jin bibêjin "Na". ‘YA EM Ê DÎKTAYÊ ASTENG BIKIN AN JÎ EM Ê WÊ BIJÎN' Hevserokê Şaxa DAD'a Stenbolê Bulent Felekoglu yê ji mekanê Xizir, Gola Çetûyê bang li gel kir, diyar kir ku ew di pêvajoyeke zilûmat re derbas dibin û got, civaka elewiyan gelek caran qenaeta xwe ya vê pêvajoyê daxuyandiye. Felekoglu wiha axivî: "Fîrewnek dubare dixwaze îktidara xwe vesaz bike. Em ên ku gelek caran rastî pêvajoya fîrewn hatine, em bi şîara 'Ji bo Fîrewnekî Mûsa, ji bo her Nemrûdekî Îbrahîm divê' nêvî vê pêvajoyê dibin. Ev pêvajo a rast ji bo ji aliyê civaka Tirkiyeyê, civaka elewiyan û civakên kurdistanî bê astengkirin û ji bo di meşa heqîqetê de dubare biryarên xwe bidin bi xwe ye. Ya em ê vê pêşerojê asteng bikin û tiştên baş bikin û em ê wek civakê bên gel hev û bibêjin 'Na'; an jî dê dîktayek bi salan hebûna xwe bidomîne yan jî dê di ser vana re hikmê xwe bidomîne." ‘LI DIJÎ NEHAQIYÊ 'NA'YEKE HÊZDAR' Felekoglu bang li civaka elewiyan kir û wiha got: "Saziyên elewî, divê em bi awayekî hêzdar bên gel hev, bi 'Na'yê vê feraseta nemrûdî asteng bikin, bihara gelan biafirînin û deng derbixînin. Divê em rengekî, rastiyekê derxînin holê. An jê li pêşiya me zilûmatek heye. Divê bi awayekî rêxistinbûyî bi zimanekî hevpar em 'Na'yê bînin ziman. Bi awayekî hevpar divê em wê 'Na' ya ku civaka elewî, gelên Tirkiyeyê û civaka kurd li bendê ye biqîrin. Di vê serdema ku em ê heq û neheqiyê ji hev cihê bikin de, divê ne em bibin zilmkarê kesî û ne jî tu kes bibe zilmkarê me, em li cîhaneke aştiyane bijîn. Bi vê hewldanê bang li hemû elewiyan dikim da 'Na'yeke hêzdar biqîrin." Hevserokê Şaxa DAD'a Avcilara Stenbolê Ozgur Bulan jî, diyar kir ku zilma AK Partiyê ya piştî pêvajoya 7'ê Hezîranê hîn jî didome û wiha got: "Hevşaredar, hevserokên bajaran ên HDP'ê hemû hatin girtin. Me bi van çewisandinan bi rê ve dibin. Em ê li dijî van çewisandinan dengê xwe derxînin. Xizir paşa feraseta nemrûdî paqij kir." Bulan, diyar kir ku di Qanûna Bingehîn a nû de cih nedane kurd û elewiyan û got, ev qanûna bingehîn a nû bi temamî rejîmeke dîktatoryal e. Bulan wiha axivî: "Di vê Qanûna Bingehîn de reng, deng û zimanê me tune ye. Ji ya 82'yan zortir e. Em wek saziyên elewiyan hemû di vê referandûmêd e dibêjin 'Na'."