Can: Berxwedanên mezin di demên teng de pêş dikevin 2017-02-28 09:37:19 DÎLOK- Berdevkê Giştî yê Komeleya 78’an Cellatîn Can, têkildarî referandumê û piştî wê diyar kir ku Erdogan bi tirs û çewisandina gel dixwaze "Erê" bi ser bikeve û wiha got: “Berxwedanên mezin di rojên tegn de pêş dikevin. Ger ku 'Na' bi ser bikeve dê piskolojiya Erdogan têk biçe û moralê gel baş bibe." Berdevkê Giştî yê Komeleya 78’an Cellatîn Can sedemên 'Na' û piştî serkeftina 'Na' pêşketinên piştî referadumê vegot. Can diyar kir ku heta niha Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinan de bi ser ketiye û jehra desthilatdariyê girtiye. Can, anî ziman ku tê zanîn ku kesên zû bilind dibin zû jî dikevin xwar û wiha got: “Eger na bi serbikeve dê Erdogan pir bi lez li erdê bikeve. Ev dê wî hîn bêtir barbartir bike." Can, destnîşan kir ku Erdogan bi tirs û çewisandinê gel kontrol dike û wiha axivî: "Eger 'N' bi serbikeve, beriya hertiştî dê piskolojiya gel rihet bibe. Niha tiştek ku gel winda bike nemaye. Êdî gel li koşe pişta wan li dîwar rast bûye. Berxwedanên mezin jî di demên wiha de pêktên. Dê piskolojiya Erdogan xirab bibe.” ‘NA DÊ DERÛNIYA GEL ARAM BIKE' Can daxuyand ku gelê kurd jî hertim bi hêza PKK’ê serkeftin bi dest dixist û bi serkeftina HDP’ê ya 7’ê hezîranê jî ev yek gihişt asta herî jor û wiha pêde çû: “Piştî ku dewletê bi awayek herî hov êrîşî gelê kurd kir, bi kuştina mirovan û xerakirinê bajaran derûniya gel xera kir. Ev şerê piskolojîk niha jî li Nisêbînê berdewam dike. Li hemberî vî şerê piskolojîk pêwîstiya kurdan bi serkeftinekê heye. Ev jî 'Na' ye." ‘BOYKOT ERÊKIRINA ERDOGAN E' Can, destnîşan kir ku kesên dibêjin “emê boykot bikin” bi awayekî raste rast ji Erdogan re dibêjin erê û wiha berdewam kir: “Dengên wan raste rast ji Erdogan re diçin. Erdogan jî vê yekê dixwaze. Kesên boykot dikin bi awayek vekirî Erdogan tercih dikin.” ‘GEL BÊYÎ PROPOGANDA JÎ DÊ BÊJIN NA’ Can, bibîrxist ku partiyên muxalîf tu propogandayan nekin jî dê gel bêje 'Na' û wiha bi dawî kir: “Lê li aliyê din jî hemû rê li pêşiya partiyên muxalîf girtine. Tv û radyo hemû girtin û yên mayî tenê ji bo îktîdarê dixebitin. Kolan ji me standin. Ciwan li Cizîrê, Sur, Şirnexê qetilkirin. Yên mayî jî girtin. Parêzvanên me û kolanên me ji holê rakirin. Kolan man ji polîsan re. Kesên organizeya rêxistinê dikirin hemû girtin. Lê dîsan emê li gel hemû şer û mercan emê dakevin kolanan. Jin niha ji me re rêberiya berxwedanê dikin.”