Di doza 'Çapemeniyê ya KCK'ê' de dozger ji bo mutalayê dosya xwest 2017-02-28 11:50:58 STENBOL - Di doza "Çapemeniyê ya KCK'ê" ya 46 rojnameger tên darizandin de dozger ji bo mutalayê amade bike ji heyeta dadgehê dosya xwest. Doza "Çapemeniyê ya KCK'ê" ya 46 rojnameger tên darizandin li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Hin rojnamegerên bêyî girtî tên darizandin û parêzerên wan beşdarî dozê bû. Parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) jî doz şopandin. Dozger ji bo mutalayê amade bike ji heyeta dadgehê xwest dosyayê teblîgî wan bikin. Di dozê de ewil parêzer Ozcan Kiliç axivî û diyar kir ku di warê hiqûqê de dosyayekî asê ma ye û wiha got: "Himûket nikare bersivê bide pirsên ku Dadgeha Mafên Mirovan dike." Parêzer Sînan Zîncîr jî bal kişand li ser dadger û dozgerên di çarçoveya operasyona li dijî cemaeta Gulen de hatine girtin ên li dozê ne û wiha got: "Heta ku nehiqûqiyên di dosyayê de neyên ronîkirin hewladan dozger a ji bo amedekirina mutalayê nayê qebûlkirin. Ev doz ji bo me mû dest pê dike." Parêzer Kadîr Tunç jî wiha got: "Hate îdiakirin ku hemû doz kumpas in. Li cihê ku hemû doz kumpas in çima dozên ku kurd tên darizandin kumpas nînin. Divê wekhevî hebe. Em daxwaza wekheviyê dikin." 'EV DOZ ÇIMA BERDEWAM DIKE EM FÊM NAKIN' Rojnameger Çagdaş Kaplan ê ku bêyî girtî tê darizandin jî wiha axivî: "Wê demê bi deh hezaran mirov hatin girtin. Ev bû para me rojnamegeran. Me fêm kir ku darizandinekî çawa ye. Li hemberî vî nehiqûqiyê me got em ê parastinê nekin. Me got hiqûq tuneye. Me got ku ev operasyon ji bo tunekirina çapemeniya kurd e. Bi delîlên ku dadger û dozgerên berê kom kirine darizandin zehmet e. Kesên ku ev darizandin dikirin, dema direviyan hatin girtin û bi van dozan dixwazin xwe xilas bikin. Bi vî rengî em fêm nakin ev doz çawa berdewam dike." 'ÊN KU DOSYAYA ME AMADE KIRIN TÊN DARIZANDIN' Rojnameger Kenan Kirkaya jî di dozê de axivî û wiha got: "Îro 28'ê Sibatê ye û em li vir tên darizandin. Di pêvajoya ku darbe domdar bûne de rojnamger çawa tên darizandin em dizanin. Niha li girtîgehan bi dehan hempîşeyên me hene. Hin ji van dema ku em hatin girtin li çepikan didan, hinek jî yên wekî me dinivîsinin in. Em hêmayê esasî yên vî dozê ne. Parastina me jî hate astengkirin, em ji salonên dadgehan hatin avêtin. Me got ev darizandan hiqûqî nîne. Dema ku me ev tişt digot bihata guhdarkirin ê hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê çênedibû. Me got ev kumpas e. Delîlên ku wan ji bo me kom kirine dê çawa bê esasgirtin. Hûn çawa dikarin li ser îdianameyê me bidarizînin. Bi îdianameya ku rêxistina terorê amade kiriye hûn çawa dikarin me bidarizînin. Kesên ku der barê me de dosya amade kirin niha wekî endamên rêxistina terorê ne tên darizandin. Me got dê rewş ber bi xirabûnê ve biçe. Em mafdar in. berdewamkirina vî dozê exlaqî û wijdanî nîne. Dadgeha Qanûna Bingehîn dizane ev darizandin nehiqûqî ye ji ber vê yekê jî gogê davêje derve. Birêz dozger hûn ê li ser çi mutalayê amade bikin. Nehiştin parêzerên me biaxivin, nehiştin em biaxivin. Wekî ku li vir darizandinekî hiqûqî heye." Serokê heyeta dadgehê gotina Kirkaya qut kir û gotina "Dozger got dê mutalayê amade bike. Em nizanin dê mutalayekî çawa bide. Dibe ku ji bo we mutalayekî baş bide. Êdî em dixwazin ev darizandin bi dawî bibe. Ma hûn jî wisa naxwazin" bi kar anî. Kirkaya li ser vê parastina xwe berdewam kir û bersiva "Derdê me zû yan jî dereng qedandina dozê nîne. Daxwaza me darizandineke adil e" da. Piştî parastina Kirkaya heyeta dadgehê doz taloqî 20'ê Hezîranê kir.