Newroz dê bi şîara 'Em ê bi ser kevin' bê pîrozkirin 2017-02-28 11:51:38 NAVENDA NÛÇEYAN- Newroz dê îsal bi şîara "Em ê bi ser kevin" li 33 navendên cuda bê pîrozkirin. Starta pîrozbahiyan dê di 17'ê Adarê de li Nisêbînê bê dayîn û fînal jî di 21'ê Adarê de li Amed û Wanê bê kirin. Ji bo Newroza ku dê cara 2 hezar û 62'yan bi pêxistina agir bê pîrozkirin li Tirkiyeyê û bajarên herêmê bermaye hatin diyarkirin. Di bernameya ku ji aliyê HDP û DBP'ê ve hate aşkerakirin de di 17-21'ê Adarê de li 33 navedan Newroz bê pîrozkirin. Şîara pîrozbahiyên Newrozê jî wekî "Em ê bi ser kevin" hate diyarkirin. Îsal dê starta pîrozbahiyan di 17'ê Adarê de li Nisêbînê bê dayîn fînala pîrozbahiyê jî di 21'ê Adarê de li Amed û Wanê bê kirin. Bernameya Newrozê wiha ye: 17'ê Adarê: Nisêbîn 18'ê Adarê: Îzmîr, Bursa, Edene, Desim, Dîlok, Mêrdîn, Meletî, Bazîd, Manîsa, Kocaelî, Sêrt. 19'ê Adarê: Stenbol, Mêrsîn, Antalya, Riha, Gever, Êlih, Konya, Dep, Qers, Hatay, Qoser. 20'ê Adarê: Mûş, Cizîr, Semsûr, Îdir, Bedlîs, Colemêrg, Agirî, Çewlîg. 21'ê Adarê: Amed û Wan. Pîrozbahiyên ku di heman demê de rastî pêvajoya referandûmê tê û dê bi kampanyaya "Na" ve bigihînin hev. Di vî çarçoveyê de li bajarên herêm hemû pîrozbahî dê helwesta kurdan a ji bo referandûmê nîşan bide. Piştî ku komîsyonên dê bên avakirin amadekariyên xwe bikin dê ji bo pîrozbahiyan serlêdan bê kirin. Par ligel ku destur nehatibû dayîn jî li gelek bajaran bi sed hezaran kes daketibûn qadan. Di pêvajoya OHAL'ê de helwesta hikûmetê dê çawa be tê mereqkirin.