Rojnameger Muhirci hat berdan 2017-02-28 12:44:28 WAN - Nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Erdem Muhirci, hat berdan. Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ya ku KHK'ê hat girtin Erdem Muhirci hat berdan. Rojnameger Muhircî jî di navde 8 kesên girtî dihatin darizandin derketin pêşberî dadgehê. 1'emin rûnşitina doza 8 kesan li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. 8 kesên bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û “Alikariya rêxistinê" dihati darizandin piştî îfade dan, bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.