Li 2 bajaran 15 kes hatin girtin 2017-02-28 14:41:46 MANÎSA/EDENE- Li Manîsayê 9, li Edeneyê jî 6 kes ji aliyê dadgehan ve hatin girtin. Li Manîsa û navçeya Turgutluyê 10 kesên ku di 15'ê Sibatê de serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê. Ji 10 kesan Mehmet Alî Cengîz, Selahattîn Dağlı, Berfîn Çelebî, Mustafa Gunhan, Mehmet Gulmez, Mehmet Duran, Bêrîvan Adlim, Enver Baykurt û Celal Aydin bi îdiaya li ser çapemeniya civakî "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin. Memduh Durmaz jî bi şerta kontrola edlî hate berdan. Kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê. EDENE Li Edeneyê beriya 2 hefteyan 9 kesên ku di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. 9 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" "alîkariya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 3 kes bi şerta kontrola edlî hatin berdan 6 kes jî bi heman îdiayan hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê.