Îzmîr ji hevdîtina 2’yê Adarê re amade ye 2017-02-28 16:03:34 ÎZMÎR - Amadekariyên ji bo hevdîtina gela li Îzmîrê ku dê 2’yê Adarê pêk bê bi dawî bûn. Endamê PM’ê Coşkun Ustercî, diyar kir ku dê partiya wan di 2’yê Adarê de rêxisitnbûyîn xwe û dilxwaziya xwe ya ji bo eniya ‘Na’ ji raya giştî re nîşan bide. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê hilbijartinên referanduma 16’ê Nîsanê de dê di 2’yê Adarê de li Amed, Îzmîr û Stenbolê starta “Na” bide. Endamê PM’ê yê HDP’ê Çoşkun Ustercî derbarê xebatên Îzmîrê de agahî dan û diyar kir ku xebatên wan ên li kongreya Tepe Kule û Sergî sarayê bi dawî bûne. Ustercî, da zanîn ku wan nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, sendîka û odeyên pişeyen ên bajar jî vexwendine hevdîtinê û wiha got: “Em ê bi derketine heybet starta referandumê bidin. Amadekarî ber bi dawî ve diçin. Xemilandina salonê dideome. Pergala deng û dîmenan bi dawî bûye. Em ewlehiya civînê di asta jor de digirin. Ne tenê polîs, xebatkar, welatparêz û hezkiriyên me jî dê ji ewlehiyê berpirsyar bin. Me bi hezaran belavok belav kirin û hêjî belav dikin. Dê partiya me di 2’yê Adarê de rêxisitnbûyîn xwe û dilxwaziya xwe ya ji bo eniya ‘Na’ ji raya giştî re nîşan bide.”