Ji bo hawara Xerabê Bava bang 2017-02-28 16:14:17 STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Bahçelievlerê ji bo dorpêç û êrîşên li ser gundê Xerabê Bava bi dawî bibe û hawara wan bê bihîstin, bang li hemû parazvanên mafên mirovan û saziyên demokratîk kirin ku dengê xwe bilind bikin. Rêxistina HDP'ê ya navçeya Bahçelievlerê ya Stenbolê tekildarî dorpêç û qedexeya li ser gundê Xarabê Bava li avahiya HDP'ê daxuyanî da. Gelek endam û rêveberên HDP'ê amade bûn. Di civîna çapemeniyê de pankarta “Bêdengî şirîkatî ye. Deng bide Xerabê Bava û Li Xerabê Bava qetliam heye" hat vekirin. Di civînê de siloganên “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê bişkîne" û “Gelê Xerabê ne bi tenê ye" berz kirin. Endamê HDP'ê Gokhan Ozer axivî û diyar kir ku dewlet îro li Gundê Xerabê Bava komkujî pêk anî û wiha got: "Em bang li hemû kesên hestiyar dikin ku li hemberî rewşa Xerabê Bava dengê xwe bilind bikin û hestiyar tev bigerin.