Rojnameger Muhirci ji girtîgehê derket 2017-02-28 20:55:39 WAN- Nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Erdem Muhirci yê hat tahliyekirin wiha got: "Ez ê her tim rastiyan binivivîsînim." Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK'ê hat girtin, Erdem Muhirci yê 7 meh e girtî bû, di rûniştina ewilîn de hat tahliyekirin. Piştî biryara tahliyeyê malbat û hevpîşeyên Muhirci, hatin ber Girtîgeha Tîpa F a Wanê. Piştî mayîneke dûdirêj Muhirci ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin. ‘EZ Ê HER RASTIYAN BINIVIVÎSÎNIM' Muhirci, balê kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û wiha axivî: "Di demên dawî de girtî rastî sepandinên kêfî yên rêveberiya girtîgehê dihatin. Ji xwarinê bigire heta mafên me yên pêwendiyê jî dihatin binpêkirin. Serbest hatim berdan, lê hîn jî hevalên me yên rojnameger di girtîgehê de ne. Ji ber vê ne kêfxweş im. Divê hevalên me jî demildest serbest bên berdan. Ez ê wek berê dîsa rojnamgeriyê bikim. Dîsa ez ê her tim rastiyan binivîsînim."