Sibel Çapraz bi tililiyan ji girtîgehê derket 2017-02-28 21:00:35 STENBOL - Endama Meclîsa Bajêr a DBP'a Colemêrgê Sibel Çapraz a bi cezayê "hepsa malê" hat tahliyekirin, ji girtîgehê derket. Endama Meclîsa Bajêr a DBP'a Colemêrgê Sibel Çapraz a di 27'ê Mijdara 2015'an de li Geverê di pevçûnekê de ji destê xwe birîndar bûbû û dema li nexweşxaneyê tedawî dibû hat binçavkirin û paşê hat girtin, îro di rûniştina doza xwe de bi cezayê "hepsa malê" hat tahliyekirin. Piştî biryara tahliyeyê, Çapraz li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji aliyê malbat û hevalên xwe ve bi çepik û tilîliyan hat pêşwarîkirin Çapraz, li ber girtîgehê axivî û got, ew zaf kêfxweş û biheycan e. Çapraz, dest nîşan kir ku li girtîgehê bi sedan gritiyên nexweş hene û wiha got: "A rast ez bi vêd iheyirim. Êdî bawerî edaletê nakim. Em li noqteyeke ku êdî edalet qediyaye ne." Çapraz, anî ziman ku bi hinceta derbeyê girtiyên nexweş di şert û mercên zehmet de ne û got divê demildest girtiyên enxweş bên berdan. Çapraz, dest nîşan kir ku divê kesên nexweş lig irtîgehan neyên ragirtin û wiha got: "Ev cezayê cara duyemîn e." Çapraz, spasiya hemû kesên ku piştevaniya wê kirine kir û got, li gel her tiştî jî jiyan xweş e.