Serokê ETUCE'yê Blower: Perwerdehiya bi wate bi aştiyê pêkan e 2017-03-01 09:12:55 ENQERE - Serokê Giştî yê ETUCE'yê Cristine Blower wiha got: "Tenê ji ber belavokeke ku daxwaza pêvajoya aştiyê dike îmzekirine, îxrackirina akademîsyenan nayê qebûlkirin. Ji ber ku perwerdehiyeke biwate û wesfdar di nêvengeke aştiyane de pêkan e." Serokê Giştî yê Rêxistina Herêma Ewropa ya Enternasyonaliya Perwerdehiyê (ETUCE) Cristine Blower, ji bo piştevaniya bi endamên Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm-Sen) hat Enqereyê. Blower, têkildarî îxrackirina kedkarên perwerdehiyê hin pêwendî danîn û ji dîhaberê re axivî. Blower, diyar kir ku ew pêvajoya OHAL'ê ji nêz ve dişopînin û wiha got: "Tevdîrên di dema OHAL'ê de li dijî rêbazên demokratîk in. Gelekî dijwar in. Yanî îxrackirina mamosteyan, dûrxistina wan a ji kar... Tu hêleke vê ya bê qebûlkirin tune ye." ‘LI TIRKIYEYÊ DARAZEKE ADIL TUNE YE' Blower, bi taybetî balê kişand ser îxrackirina endamên Egitim-Sen'ê û wiha got: "Em dixwazin karên hevalên me îade bikin. Em dixwazin di vê mijarê de pêvajoyeke darizandina adil pêk. Niha li Tirkiyeyê darazeke adil tune ye." ‘EM LI CEM AKADEMÎSYENAN IN' Blower, ragihand ku ew ê li cem akademîsyenên hatine îxrackirin bin û piştevaniya wan bikin. Blower, balê kişand ser banga "Aştiyê" û wiha domand: "Îxrackirina akademîsyenan tenê bandorê li pêvajoya perwerdehiyê nake. Bi vê hûn bandorê li hemû welat dikin. Li tu deverên cîhanê îxrackirin nayên qebûlkirin. Tenê ji ber belavokeke ku daxwaza pêvajoyê aştiyê dike îmzekirine, îxrackirina akademîsyenan nayê qebûlkirin. Çimkî, perwerdehiyeke biwate û wesfdar di nêvengeke aştiyane de pêkan e. Em jî di vî warî de her li cem akademîsyena ne." ‘DIVÊ LI TIRKIYEYÊ ZAROK BI ZIMANÊ DAYIKÊ BÊN PERWERDEKIRIN' Blower, dest nîşan kir ku li gel pirsgirêkên OHAL'ê di warê perwerdehiyê de li Tirkiyeyê gelek pirsgirêk hene. Blower, balê kişand ser perwerdehiya bi "zimanê dayikê" û wiha axivî: "Ji mafên herî bingehîn ên sereke yek jê perwerdehî ye. Divê Tirkiye di vê mijarê de li gor peymana mafên zarokan a qebûl kiriye tevbigere. Dema em li peymana mafên zarokan dinihêrin, ji bo zarokan perwerdehiya bi zimanê dayikê nîşan dide. Li Tirkiyeyê gelek zarokên zimanê wan ê dayikê kurdî ye hene. Divê ev zarok bi zimanê xwe yê dayikê bên perwerdekirin. Lê belê, pirsgirêka kurd tenê ne pirsgirêka perwerdehiyê ye. Divê di vî warî de, hem hikûmeta tirk hem jî civata navnetewî demildest dest bi xebatan bikin. Pirgirêkeke ku divê bi awayekî legîn bê çareserkirin."