Amed û Riha emanetî TOKÎ'yan in! 2017-03-01 09:24:12 ENQERE - Daneyên TOKÎ ya "deriyê rantê" yên têkildarî Amed û Rihayê, poltîkayên AK Partiyê yên di bin navê bajarvaniyê de raxistin ber çavan. TOKÎ ya ku bi îktîdara AK Partiyê re derket holê, di bin gelek projeyan de îmzeya wê heye û ji roja ewil heta niha wek "deriyê rantê" bûye hedefa rexneyan. TOKÎ, bi her awayî mudaxileyî navendên bajaran dike, bi îstîmlaqkirinên lezgîn rê li ber rantê vedike û her wiha planên xwe yên îmarî her tim di rojevê de ye. Daneyên TOKÎ'yê yên der barê Amed û Rihayê nîşan dide ku bê ka bajar çawa tên "pêşkeş"kirin. Parlementerê HDP'ê yê Rihayê û Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, der barê polîtîkayên TOKÎ'yê yên li her du bajaran û araziyên berpêşî TOKÎ'yê hatine kirin pêşniyaznameyek berpêşî Serokwezîr Binali Yildirim kiribû. Bersiva van pêşniyaznameyan nîşan da ku bi sedan kîlometrekare qad wek "rant"ê berpêşî TOKÎ'yê hatine kirin. Baydemir, di meha Çileyê de pêşniyazname berpêşî Serokwezîr Yildirim kiribû, lê bersiva wan du roj berê hat dayîn. Yek ji pirsên Baydemir ew bû ku, AK Partiyê ji roja bûye îktîdar (2002) heta dawiya sala 2016'an çi qas arazî û erseyên xezîneyê û bedêleke çawa dewrî TOKÎ'yê kirine. Di 14 salan de li AMedê 9.613.872,10 metrekare arazî bêyî bedêl hatiye dayîn û her wiha 43.769,98 metrekare jî bi bedêleke 2 milyon û 595 hezar TL'yî hatiye dewrkirin. Ji dawiya sala 2016'an ve jî li bajêr aîdî TOKÎ'yê 6.114.053,06 metrekare arazî heye. Qada bajêr 685 kîlometrekare ye. Dema mirov vê qadê û yên hatine dewrkirin berawirdî hevdu dike, dertê holê ku li bajêr qadeke mezin a rantê hatiye çêkirin. REWŞA RIHAYÊ JÎ NE KÊMÎ YA AMEDÊ YE Heman rewş li Rihaya ku xwedî qadeke 18 hezar û 584 kîlometrekare ye jî heye û qadeke rantê hatiye çêkirin. Li bajêr di navbera sala 2003-2016'an de arezeiyeke 10.436.638 metrekareyî dewrî xezîneyê, araziyeke 354.440 metrekare jî bi 9 milyon û 764 hezar TL'yî hat dewrkirin. Piştî dewrkirina van araziyan, ji sala 2016'an ve li bajêr aîdî TOKÎ'yê araziyeke 7.814.562 metrekare heye. LI BAJÊR ARAZÎ PERE BI GEL RE NEHIŞT Li Rihayê, li ser araziyên heta niha dewrî TOKÎ'yê hatine kirin 13 hezar û 417 rûniştgeh hatine îhalekirin û ji vana 10 hezar û 27 jê hatine temamkirin. Ji vana jî 9 hezar û 274 jê hatine firotin û di pêşniyaznmayê de têkildarî dahata van rûniştgehên hatine firotin; 804 milyon û 4 hezar û 24 TL ye. Li Amedê jî, heta niha 16 hezar û 69 rûniştgeh hatine îhalekirin. Ji vana 10 hezar û 760 jê hatine firotin û dahata 9 hezar û 971 rûniştgehî jî 600 milyon û 814 TL ye. Li gor van hejamaran, TOKÎ'yê li her du bajaran bi giştî ji 19 hezar û 245 rûniştgehî milyar û 404 milyon û 818 hezar û 440 lîre ji gel bi dest xistiye. Bi vê re jî diyar dibe ku bê di bin navê "bajarîbûnê" de qadeke rantê ya çawa hatiye çêkirin. ÎHALE JÎ JI BO ALÎGIRAN E Li Amedê, têkildarî hin îhaleyên avahiyên cemaweriyê jî heta niha 151 milyon û 860 hezar û 828 TL tahsîsî Wezareta Perwerdehiya Milî, 164 milyon û 793 hezar û 66 TL tahsîsî Wezareta Tenduristiyê, 149 milyon û 425 hezar û 760 TL jî tahsîsî Wezareta Ciwanî û Sporê hatiye kirin. Li Rihayê jî 79 milyon û 904 hezar û 880 TL tahsîsî Wezareta Perwerdehiya Milî û 318 milyon û 836 hezar û 982 TL jî tahsîsî Wezareta Tenduristiyê hatiye kirin. Ev miqdarên li gel dahatên rûniştgehan, veberhênaniyên ku bi piranî li ser navên cemaweriyê tên kirin hatine tahsîlkirin û piraniya van îhaleyan ji aliyê fîrmayên AK Partiyê ve hatine girtin ku ev jî rexneyên wek "deriyê rantê" piştrast dikin.