'Dema ku bavê min hat qetilkirin min zilmekî wisa nedît' 2017-03-01 09:24:44 MÊRDÎN - Ji gundê Xerabê Bava Adîle Bal a ku di 1994'an de bavê wê Hamît Bal û karapê xwe Bayram Bal di bin çavan de hatin windakirin û di 1995'an de jî gundê wan hate valakirin tiştên ku dema dorpêçê de jiyan kirin anî ziman û wiha got: "Dema ku bavê min hate windakirin min zilmekî wisa nedît." Li gundê Xerabê Bava di meha Kanûna 1994'an de Hamît Bal û biraziyê wî Bayram Bal li gund hatibûn binçavkirin û windakirin. Malbat û hemû kesên li gund 2 mehan pirsa Hamît û Bayram Bal kiribûn lê hat gotin ku ne di bin çavan de ne. Ligel hemû hewldanan welatiyan xwe ne gihandin herdu kesan, piştî demekê gundiyan cenazeyê herduyan li nêzîn gundê Akarsu di şantiyeyekê de şopên îşkencê li ser û gule li serê wan xistî dîtin. Adîle Bal (50) ku wê demê bavê xwe Hamît Bal û kurapê xwe Bayram Bal li Xerabê Bava winda kir diyar kir ku di dorpêça polîsan a 11'ê Sibatê destpêkirî de tiştên berê jiyan carekdin jiya ye. Bal da zanîn ku her tim leşker bi ser gund de digirin, bi taybet ji ber nasnameya bavê wê yê welatparêziyê hertim leşker bi ser mal û gundê wan de digirin. Bal, anî ziman ku beriya bavê wê di bin çavan de bê windakirin 9 caran hatiye binçavkirin û wiha got: "Ji ber gelek tiştên li herêmê hatin jiyîn bavê min berpirsyar hat dîtin û dihatin dibirin. Carekê 4 mehan di girtîgehê de ma. Dayîk û birayê min diçûn hevdîtina wî. Dayîka min dema cilên wî anîn di berîka wî de du diran dîtin. Ji ber simbilên wî diranên bavê min xuya ne dikirin û wan jî ferq ne kiribû. Dema ji bavê min pirsîn gotibû 'Ji bo ez bibin pêşiya dozger min diranên xwe veşartine'. Bavê min çiqas îşkence dîtiba ji me re ne digot û vîna wî bihêz bû." 'JI MIZGEFTÊ BI KELEPÇEKIRÎ DERXISTIN' Bal, bi lêv kir ku serê sibekê leşkeran derdora gund dorpêç kirin, wê demê bavê wê û kurapê wê li mizgeftê nimêj dikirin û wiha pêde çû: "Bavê min ji bo nimêjî çûbû mizgeftê. Saet 8.00'an me bihîst ku leşkeran derdora mizgeftê girtiye em tirsiyan û çûn wê derê. Wan dest bi kelepçekirî derxistin. Leşkeran bi dest kelepçekirî bavê min ew heta gundê nêzîk dan meşandin. 2 mehan mezin, xizmên me û keyayê gund ji qereqolê pirsa bavê min wan kir. Me ji Nisêbîn û Mêrdînê pirsîn. Wesayît gund diçû gundê Akarsu û dihat. Rojekê dema li wir re derbas dibûn cenaze dîtin. Ji ber qetilkirina bavê min kesek nehat darizandin. Hemû dozên hatin vekirin bê encam man. Di sla 1995’an de hatib û gotin dê gund vala bikin. Hinek ji me digirîn hinekan jî ne dizanî biçin kuderê. Hinekan koçertî dikirin pezê wan hebû, hinekan pezê xwe firotin û me malên xwe hiştin û çûn. Di sala 2002'yan de em vegeriyan gundê xwe." 'LIGEL ME ARÎN PIRIN' Bal, ku landika neviya xwe Arîn ku bavê wê girtiye dihejîne gotinên xwe wiha didomîne: "Arînek çû niha bi hezaran Arînên me hene. Dema gund hat dorpêçkirin ez li gund bûm leşkean bi ser mala me de gir. Wê şevê saet di 20.00'an de leşker bi helîkopteran ketin gund, wê rojê ez li mala jintiya xwe bûm. Ez û jintiya xwe li gund bûn zarok li Antalyayê bûn. Dema min deng bihîstin xwest biçim mala xwe. xwediyê malê jî got 'ez û keçên xwe tenê man neçin li vir bimînin. Dema hevjînê min hat hûn jî dikarin biçin malê tiştek tune ye ji xwe." 'DI SERMAYÊ DE EM LI BEXÇE DAN SEKINANDIN' Bal, destnîşan kir ku di demên dawî de gelek caran leşkeran derdora gund dorpêç kirine û wiha domaind: "Bi ser malan de digirin. Ji nişkave yekê li derî xist. Çek dan serê me û gotin xwe bavêjin erdê. em mecbûr man xwe bavêjin erdê, piştre gotin rabin û destê xwe bilind bikin. Çek dan serê me û em derxistin bexçe. Derve sar bû û baran dihat. Me got xwediyê malê li cihek dine, leşker çûn wî bînin. Jina li malê jî 80 salî zarok jî 12-14 salî bûn. Piştî demekê kesên binçavkirin anîn bexçe. Dema me ew dîtin em hinek rihet bûn, di destê leşkeran de lîsteyek hebû û li gorî lîstê kes dikirin binçavan de. Fermandarê wan li wê malê bi cih bûbû. Saet di 12.00'ê şevê de ji Nisêbînê wesayît hat û ew birin û çûn. Xwediyê malê jî xizmet ji wan re kir û serê sibê ew jî bi komek din re birin. 7 rojan li mala ku leşkeran wekî baregeh bi kar anîn de em dîlgirtî man. Destûr ne didan derbikevîn derve, bi rojan birçî û tînî man û ji ber bêhna wan me nedikarî xwe bigirin. Piştre ez nexweş ketim gazî ambulansê kirin û anîn vê derê. 7 rojan ji ber bêhna xwarina leşkeran me nekarî tiştekî bixwin." 'EM DÎLGITÎ BÛN' Bal, da xuyakirin ku leşkeran her tim televîzyon temaşe dikir, bi solên xwe digeriyan û wiha got: "Şevê heta saet 01.00'ê temaşeyî Sorvivor û fotbolê dikirin. em di destê wan de dîlgirtî bûn. Keçên malê xizmeta wan dikir. Li ser cihên malê dirazan. Wê demê keyayê gund got 'ez 72 salî me lê min zilmek wiha ne dîtiye'. di demên berê de dema di destê wan de lîste hebûya dihatin dibirin û wiha ne diketin malan. Destûr nedidan em biçin destşoyê jî ji xwe ji ber wab dur nedihat me. Bi ambulansê ez tenê derketim. Ez di serdegirtina malan de gelek tirsiyam ev tirsa min ji windakirina bavê min ya di bin çavan de tê. Ez vê carê tirsiyam û ev tirs ji paşerojê tê. Dema em di 2002'yan de vegeriyan gund, heta niha ev 3 care bi ser gund de digirin. Wê demê jî bi ser malan de girtin lê li malan nediman. Di jiyana min de 100 caran bi ser mala me de girtine lê di tu serdegirtinan de ev zilm ne hatibûkirin." 'EM LI BENDA RABÛNA QEDEXÊ NE' Bal, anî ziman ku ew dixwazin biçin gund lê nikarin biçin û wiha axivî: "Em bi sewalan re mijûl dibin. Em li benda rabûna qedexeyê ne. Di serdegirtinan de tiştek ji malê ne derxistin lê 6-7 caran lêgerîn pêk anîn. Me tu caran tiştek wiha ne dîtibû lê dibe ku em tiştên ji niha mezintir jî bijîn. Dema bavêmin hat qetilkirin jî zilmek wiha bi me nekirin." Dîcle Muftuoglu/Sedat Yilmaz - dîhaber