Seferên balafiran û ferîbotan hatin rawestandin 2017-03-01 09:35:42 STENBOL - THY'ê li Stenbolê ji ber mijê hemû seferên balafiran ên li Balfirgeha Sabîha Gokçenê da rawestandin. Seferên ferîbotan jî ji ber mija zêde hatin belatkirin. Riyên Hewayî yê Tirk (THY) li Stenbolê ji ber mija ku ji bi şev heta niha berdewam dike li Balafirgeha Sabîha Gokçenê hemû seferên balafiran da rawestandin. SEFERÊN DERYAYÎ JÎ BETAL KIRIN Ji ber mija zêde piştî seferên rêyên hewayî betal bûn, seferên rêyên deryayî jî hatin belatlikirin. Şîrketa Xetên Bajar ji ber mija zêde hemû seferên deryayî yên xetên navxweyî betal kir û xeta navxweyî yên bot û ferîbotan betal kir.