10 caneze anîn Wanê 2017-03-01 10:56:26 WAN - Cenazeyên 10 HPG'iyên ku hat îdiakirin li geliyê Şêx Cuman a Bedlîsê jiyana xwe ji dest dane anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê. Cenazeyên 10 HPG'iyên ku hat îdiakirin li geliyê Şêx Cuman a Bedlîsê di operasyona 22'yê sibatê de jiyana xwe ji dest dane anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê. Hate hinbûn ku ji 6 cenaze jin in, hê nasname nehatin tespîtkirin, ji aliyê malbatan ve jî hê serlêdanek nehatiye kirin. Di heman operasyonê de li gundê Olekê kevirên "Şehîdgeha Xerzanê" û mizgefta li wir jî ji aliyê leşkeran ve hatibûn xirakirin.