Teqîna li Talatê tevahiya gund hejand 2017-03-01 12:54:35 MÊRDÎN - Qedexe û dorpêça li Gundê Talatê yê navçeya Nisêbînê 8 rojin didome. Di satên serê sibê de teqînek mezin pêk hat. Gundiyekî anî ziman ku xaniyên hatine xerakirin molozên wan bi kamyonên DSÎ derdixin dervê gund. Qedexe û dorpêça li gundê Talatê û Cibilgiravê yên navçeya Nisêbîna Mêrdînê 8 rojin didome. Hat diyarkirin ku li Gunde Cibilgiravê bêdengiyek heye û li gundê Talatê jî tevgera leşkeran berdewam dike. Gundiyê Talatê ku bi telefonê agahî dan û nexwest navê xwe bide diyar kir ku di saetên serê sibê de li gund teqinek mezin pêk hat. Gundî anî ziman ku duh leşker hatin û gotin 'Ger ku hûn bixwazin hûn dikarin derkevin derve" Ji hin malan re jî gotin 'Em de sibê ji vir derkevin" Lê dîsa di saetên serê sibê de anons kirin û diyar kirin ku qedexe didome. JI BER TEQÎNÊ GUND HEJIYA Gundî, da zanîn ku di saetên serê sibê de li gund teqînek mezin pêk hat û ji ber teqînê gund hejiya û wiha got: "Ji ber ku li gund av tune hêj em pirsgikêka tunebûna avê dijîn. Em dixwazin dorpêç bi dawî bibe. Li gund hêj hin malan wekî qereqol dixebitînin. Xaniyên hatine xerakirin jî molozên wan bi kamyonên DSÎ dikişînin dervê gund." Welatiyên gundên derdorê jî wêneyên kamyonên DSÎ yên molozan ji gund derdixin bi telefonên xwe kişandin.