Der barê Aydin Dogan de biryara bi zorê anînê 2017-03-01 13:49:10 NAVENDA NÛÇEYAN- Di doza ku li Petrol Ofîsî bi awayekî rêxistinkirî qaçaxgeriya fuel oîlê hatiye kirin de der barê Aydin Dogan de biryara bi zorê anîna dadgehê hat dayîn. Di doza ku li Petrol Ofîsî (POAŞ) bi rêxistinkirî qaçaxgeriya fuel oîlê hatiye kû Aydin Dogan jî heye 47 kesên tên darizandin de biryara Dogan bi zorê anîna dadgehe hat dayîn. 12 BERSÛCÊN BÊYÎ GIRTÎ TÊN DARIZANDIN LI DADGEHÊ NE Di doza ku li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin de Hanzade Vasfiye Dogan Boyner, Yahya Uzdiyen û Alî Îhsan Karacan jî heye 12 bersûcên bêyî girtî û parêzer amede bûn. Piştî parastinan û daxwazan heyetê biryara xwe aşkera kir û der barê Aydin Dogan de biryara bi zorê anîna dadgehê da.