Ji ber afîşa 25'ê Mijdarê hatin binçavkirin 2016-11-23 17:21:07 ANTALYA - Li Antalyayê 3 xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê yên ku afîşên 25'ê Mijdarê daliqandin hatin binçavkirin. Li Antalyayê 3 xwendekarên ku li Zanîngeha Akdenîzê dixwînin ji bo bangawaziya bernameya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Diî Şîdeta li Hemberî Jinan xwestin afîş daliqînin, ji aliyê ewlehiya taybet ve hatin astengkirin. Ji ber ku xwendekaran bi israr xwestin afîşan daliqînin polîsên hatin hersê xwendekar bin çav kirin. Hate hînbûn ku xwendekar birine qereqolê.