Polîsan 3 zarok bi lêdanê binçav kirin 2017-03-01 15:49:35 WAN - Li Wanê 3 zarokên ku li Parka Hunerê bi semawer çay difirotin ji aliyê polîs û zabiteyan ve bi lêdanê hatin binçavkirin. Li Parka Hunerê ya Kolana Cumhuriyetê ya Wanê 3 zarokên ku bi semawer çay difirotin ji aliyê polîs û zabiteyan ve bi lêdanê hatin binçavkirin. Polîsan zarokên temenê wan di navbera 10-16 sali de binçav kirin û birin, çawa wan rişand û semawer û kursiyên wan desteser kirin. Dema zarokê 16 salî Rojhat Delî yê 10 salî Bişar Gulen û yê 12 salî Rojhat Înal hatin binçavkirin û bertek nîşanî polîsan dan rastî lêdana polîsan hatin. Polîsên ku bi maşîneyê zirxî rê li trafîkê girt bi qasî nîv saetê rê li trafîk girt.