Dîwarê li ser sînor, axa Binxetiyan dagir dike 2017-03-01 16:01:57 RIHA - Rayedarên dewleta Tirkiyeyê lêkirina dîwarê betonî yê li ser sînor berdewam dike. Dîwarê betonî 20 metre di nava axa gundê Elokê Serêkaniya binxetê de lêkirin û axa welatiyan dagir kirin. Hikûmeta AK Partiyê, TSK û dewlet bi hevkariya hev li ser xeta sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de lêkirina dîwarê betonî berdewam dike. Dewletê li gundê Elok ê navçeya Serêkaniyê ya binxetê 20 metre di nava sînorê gundiyan de dîwar lê dike û axa welatiyan dagir dike. Hikumeta AKP`ê vê carê 20 metre li nava axa gundê Elok ku 5 km li rojavayê bajarê Serêkaniyê dikeve dagir kir û dest bi avakirina dîwarê betanî kir.