Jinan starta 8'ê Adarê bi soza xurtkirina têkoşîna Sêvê, Pakîze û Fatma dan 2017-03-01 16:55:36 ŞIRNAX- Jinan li navçeya Sîlopiyê starta pîrozbahiyên 8'ê Adarê bi soza xurtkirina têkoşîn û berxwedana Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar dan û diyar kirin ku dê bihara 2017'an bikin bihar û serkeftina gelê kurd. Li navçeya Silopiyaya Şirnexê jinan starta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bi şîara berxwedana 3 jinên siyasatmedar Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir dan. Jinên herêmê hemû li avahiya HDP'ê kom bûn. Di pîrozbahiyê de Parlamenterên HDP'ê Leyla Bîrlîk, Aycan Îrmez, Sîber Yîgîtalp, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Berdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyigit, Meclîsa Dayîkên Aşitiyê, Malbata Mehmet Tunç, Malbatên Roboskê, endamên TJA, Hevşaredara Silopiyayê, Pinar Aydinlar, Hozan Rojda, Mîzgîn Tahîr û gelek jin amade bûn. Di salonê de pankartên wêneyê 3 jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir û her 3 jinê tekoşer Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatibûn daliqandin. Pankartên nivîsên wek "Bijî 8'ê Adarê" Azadî dê bi berxwadana jinê bi ser keve" û dowîzên rengê jinê hati bû xemlandin. POLÎSAN BI WESAYÎTÊN ZIRXÎ DERDORA AVAHIYA HDP'Ê GIRT Bi kombûna jinan ve polîsan bi gelek wesaitên zirxî û TOMA derdora avahiya HDP'ê dorpêç kir û gelek polîsên bi çek her dû rêyên ji bo avahiya HDP'ê tê girtin. Lê ligel hemû astengiyên polîsan jin hatin gel hev. 'JINÊN BOTANÊ PÊŞENGÊN BERXWEDANÊ NE' Jinan dest pêkê di kesayeta 3 jinên siyasetmedar û hemû kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer dest pêkê Roja Jinan a Cihanê li hemû jinan pîroz kir û wiha axivî: "Gelê Botanê di be bedelên giran dabin, lê îro em li vir in. Em ê wê roja pîroz bi hewra pîroz bikin. Weke hûn dizanin ku bi salan e jinên kurd li hemberî faşîzma dewletê têdikoşin. Jina kurd bi têkoşîn û berxwedanê heya roja me ya îro hatine. Jinên botanê jî her tim bi sekna xwe ya berxwederî pêşengîya ber xwe dana jinê kiriye. Ji ber vê yekê jî em serbilindin û em ê heya dawiyê li hemberî zilm û zordariyê tekoşîn bikin." 'EM Ê 16'Ê NÎSANÊ QEZENC BIKIN' Pîştî axaftina Esmerê Berdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, hemû jin silavkir û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Par 8'ê Adarê li gel hemû dorpêça hêzên dewletê me li gel Hevseroka HDP' ya Gişî Fîgen Yuksekdag pîroz kiribû. Em par jî li vir bûn îro jî li vir in lê zilma dewletê xwe neguheriye. Sal derbas dibin lê zilm û serdestiya faşîzmê derbas nabe. Îro heke ligel hemû êrîş û dorpêça hêzên dewletê em li vir bin bizanibin ku ew tu caran nikarin îradeya me bişkînin. Tu polîtîkayên AKP'ê nikare wî gelî û jina kurd tune bike. Bizanibin ku em ê lîstokên AKP'ê yên li hemberî gelê kurd bi berxwedana jinê vala derbixin. Divê her jinek di navbera xwe de ji bo hilbijartinên 16'ê Nîsanê 'Na' rêxistin bike û dengê xwe bi kar bîne. Bi vê hêza xwe em ê 16'ê Nîsanê qezenc bikin." 'JIN HER TIM BI DENG Û RENGÊ XWE LI QADAN BÛN' Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî malbata Mehmet Tunç û hemû jin silav kir û 3 jinên siyasetmedar bibîr xist diyar kir ku jina kurd tu caran li hemberî zilmê serê xwe ne tewandiye û wiha pê de çû: "Bi salan e jinên botanên li hemberî êrîşên hêzên dewletê bi îradeya xwe sekinîne. Hêzên dewletê bi polîtîqayên cur be cur di xwast jinên botanê bi tirsîne. Lê her tim jin li qadan bûn û bi reng û dengê xwe ber xwe dan." Guven bal kişand li ser berxwe dana 3 jinên siyasetmedar û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Hersê jinên azad ji bo gelê xwe bi salan xebat meşandin û dest ji gelê xwe bernedan. Her tim li hemberî faşîzma AKP'ê li ber xwe dan. Di qedexeya Silopiyan de jî Pakîzê bi berxwedana xwe deng da cihanê. Em jî soz didin her 3 jinan ku em ê berxwedana û tekoşîna wan berdewam bikin. Gelek bihar li ser berxwedana gelê kurd derbas bû. Lê êdî em ê her biharekê bikin azadiya gelê kurd û em ê riya rast de bi meşin. Em ê ji bo ku tecrîta li ser Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan rabe tekoşîna xwe xurt bikin. Pişiya me Newroz e em ê Newroza 2017'an jî bi coşek mezin pîroz bikin. Roj roja berxwedanêye divê em dakevin qadan li hemberî pergala Erdogan bibêjin 'Na'. Serkeftin serkeftina gelê kurd e." Piştî axaftinan nameya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel û Parlamentera HDP'ê Selma Irmak hatin xwendin. Di nameyan de peyamên berxwedan û têkoşîn xurtkirinê hatibûn dayîn. Piştî nameyan Hozan Rojda û Pinar Aydinlar derketin pêşberî jinan û stran gotin. Çalakî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwe dana jinê" û çepik û tîlîliyên dayîkan bi dawî bû.