Rojnameger Yildiz ê di bin çavan de hat îşkencekirin, hat girtin 2017-03-01 17:43:54 AMED - Rojnameger Hayati Yildiz ê 12 roj berê hat binçavkirin, hat girtin. Her wiha duh wêneyên Yildiz ê dema li muduriyeta polîsan rastî îşkenceyê hatibû derketibû holê. Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hatibû girtin Hayati Yildiz ê di 17'ê Sibatê de ji aliyê tîmên taybet ve hatibû binçavkirin, hat girtin. Piştî îfadedayînên li Muduriyeta Polîsan a Amedê, Yildiz sewqî Edliyeya Amedê hat kirin. Piştî karên îfadedayîna li dozgeriyê, Yildiz bi daxwaza girtinê sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hat kirin. Yildiz bi îdiayên "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" hat girtin. Her wiha, Yildiz ê di bin çavan de hat derbkirin hestiyê hinaroka wî ya rastê derizî bû, ser çavên wî werimîbû. Şideta ku Yildiz di bin çavan de rastî wê hatibû, di wêneyên wî yên hatin kişandin de bi awayekî aşkere diyar dibe. Her wiha ji be rnexweşîneke kronîk a Yildiz heye, ji dêvla wî sewqî enxweşxaneyê bikin bijîşk anîn muduriyeta polîsan. Parêzera Yildiz, Gulan Çagin Kaleli, diyar kir ku her bijîşk ji bo nexweşxaneyê sewqa xwestiye, lê rayedarên muduriyeta polîsan wiha gotine: "Ji ber hejmara personelê me kêm e, em nikarin bibin nexweşxaneyê". Parêzerên Yildiz, polîsên îşkence li muwîkîlê wan kirine gilî kirin.