Di huqûqê de parêzvaniya heqîqetê kirin 2016-11-14 12:38:46 STENBOL – Komeleya Huqûqnasên Hemdem di qada huqûqî de 42 salan, Komeleya Huqûqnasên Azadîxxwaz jî di 6 salan de gelek doz şopandin û parêzvaniya heqîqetê kir. Di nav 370’ê komaleyên ku bi biryara Wezareta Karên Hundir hatin girtin de, Komeleya Huqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) û Komeleya Huqûqnasên Azadîxwaz (OHD) yên li bajarên ku “qedexya derketina derve” li wan hat îlankirin der barê binpêkirina mafan rapor amdekirin û lêkolîn kirin jî cih digirin. OHD’ya ku ji 2010’an vir ve dest bi faaliyetên xwe kiribû, li gelek bajaran şax vekiribûn û li dijî binpêkirina mafan têdikoşiya. OHD’ya ku doza rojnamgeran ji nêz ve dişopand, doza akademîsyenan, Gezî, Cerahttepe û KCK’ê û her wiha doza 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê, cinayetên karker û jinan jî ji nêz ve dişopand. OHD di gelek plarforman de panel û semîner li dar dixistin û balê dikişand ser pergala huqûqê ya Tirkiyeyê. OHD’ya ku endamê Platforma Parêzerên Navnetewî (ELDH) ye, endamên wê ji aliyê dozgeran ve rastî gelek doz û lêpirsînan hatin. Hinceta sereke ya dozan jî, daxuyaniyên çapemeniyê yên li edliyeyan bûn. TÊKOŞÎNEKE 42 SALAN: ÇHD Komeleyeke ku deriyê wê hat mohrkirin jî Komeleya Huqûqnasên Hemdem (ÇHD) ye. ÇHD, 42 salan têkoşîna huqûqê da. ÇHD’ya ku li gelek bajarên Tirkiyeyê şaxên wê hene, geleke caran endamên wê hatin binçavkirin û girtin û her wiha gelek caran bi ser buroyên wan de hat girtin. Parêzerên ÇHD’î di serî de ji nêz ve şopdariya dozên jin, karker, xwendekar û ekolojîstan kirin. Di serî de Cerattepe, Gezî, Soman, KCK parêzvaniya bi dehan dozî kirin. ÇHD’ya ku endamê gelek platformên huqûqê yê navneteweyî ye, bi dewrên perwerdehiyê, gelek parêzerên nû gihandin. Li deriyên edliyeyan daxuyaniyên OHD û ÇHD’ê gelek caran rastî êrîşa polîsan hat. Parêzerên ku dixwestin bi mukewîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin, li girtîgeh û navendên binçavkirinan, gelek caran rastî êrîşa polîs û leşkeran hatin û her wiha gelek caran ji bo komê nîjadperest jî hedef hatin nîşandan.