Çapraz: Bi piştevaniya jinan min xwe li jiyanê girt 2017-03-02 09:23:05 STENBOL - Sibel Çapraz ku dema li nexweşxaneyê dermankirina wê didomiya hat binçavkirin û hat girtin û beriya çend rojan bi şertê “hepsa malê” hat berdan diyar kir ku ew piştevaniya jinan li ser lingên xwe rawestiya ye. Endma Meclîsa Giştî ya DBP’a Gevera Colemêrgê Sîbel Çapraz ku di 27’ê Mijdara 2015’an de ji ber pevçûnên li bajar ji mile xwe birîndar bû, beriya çend rojan bi şertê “hepsa malê” ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hat berdan. Çapraz, pêvajoya girtîgehê ji dîhaberê re vegot. '2 KÎLI GUŞT JI PIŞTA MIN GIRTIN’ Çapraz, diyar kir ku piştî birîndar bûye pêvajoya nexweşxaneyê ji bo wê zehmet derbas bûye û wiha got: “Ez bi pêvajoyek ku mile xwe winda bikim re rû bi rû mam. Ji ber piştevaniyê mile min hat rizgarkirin. Piştî dermankirina 3 meh û niva, dermankirina min nîvî ma û ez ji nexweşxaneyê derxistim. Hêj dermankirina min bi dawî ne bûbû hatim girtin. Zextên polîsan ên zêde hebûn. Deme li nexweşxaneyê bûm dixwestin îfade bidim û min binçav bikin. Dema ez derketim pêşberî dadgehê min baweriya xwe ya bi dadê winda kir. Hêjî dirûna birîna min ne vekiribûn ji lingên min rih girtin, ji pişt amin 2 kîlo guşt girtin, ez bi vî halî derxistim dadgehê û ez girtim.” 'BI PIŞTEVANIYA JINAN MIN XWE LI JIYANÊ GIRT’ Çapraz, da zanîn ku piştî hat girtin tengaviyên wê kişandine ji ketina deriyê girtîgehê destpêkirine û wiha pêde çû: “Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ez destpêkê di kawişa müşahedeyê hatim giritn. Cihekî gelek pîs bû. Klozet jî li wir tune bû. Ez ji herdu lingên xwe emelyat bûbûm min gazî gardiyan kir min got ‘min bibin gel hevalên min û bangî doktor bikin’ j imin re got ‘doktor vê saetê tune ye’ û çû. Piştre ji min re qutiyek bayaxê anîn gotin wekî klozet bi kar bîne. Wê şeve heta sibê ez bi êşên xwe re mam. Dema ez birim kawişê jî destpêkê min gelek zehmetî kişandin lê pişte bi piştevaniya jinan min xwe li jiyanê girt. Jinên girtî dema birînên min dîtin şaşmayî man. Nêzîkbûna wan germ bû û ji saya wan vegeriyam jiyanê û îmkanên xwe piştevaniyek mezin nîşandan. Kesên bi dermanên min re eleqedar dibin, hevalê di odeyê li gel min diman cuda bûn, kesên di xwarinê de alîkarî didi min cuda bûn. Piştevaniya jinan a li hundir ger hûn li derve bi findê lêbigerin nabînin.” 'DI GIRTÎGEHAN DE BI SEDAN GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE’ Çapraz, anî ziman k udi girtîgehan de bi sedan girtiyên nexweş tên ragiritn û wiha domand: “divê hemû demildest bên berdan. Ji ber piştevaniya hatiye dayîn navê min derket pêş bi sedan girtiyên wekî min hene. Girtiyên ku bi mirinê re rû bi rû ne hene. Mînakek ji vana jî Fatma Tokmak a ku li gel me dima ye. Tenê serê sibê 24 heban dixwe û 4 emelyatên dil desrbas kirine. Li girtîgehê binpêkirinên mafan bi OHAL’ê re zêdetir bûne. Doktor li gorî pîşeya xwe tevnagerin, ji ber zextan jî nikarin li cihên rast û baş tedawî bên kirin. Ji ber hejmara bi leşkeri didin xwendinê û îtîrazan cezayê gelek hevalan hatiye zêdekirin. Hevalek me ku beriya 20 rojan cezayê wê xilas bûye ji ber hêjmara leşkerî îtîraz kir cezayê dîsîplînê girt. Ez bi şertê hepsamalê hatim berdan. Ji bo min rew hemane. Tişta hatiye guhertin bere min pişt dîwaran ne didît; Ez ê niha jî ji paçê mêze bikim. Tendirûstiya min niha ji ber morale min başe, lê hêjî nizanim nexweşiya min çiye. Dema dermankirina min destpê kir ez ê bizanibim.” 'DIVÊ ŞERTÊ HEPSA MALÊ JÎ BÊ RAKIRIN’ Di dema nîqaşan de hevala Çapraz a nameye wergervan-nivîskar Berîl Eyuboglu ku hatibû ziyarete jî wiha got: “Min Sîbel baş dît. Îro gihişt azadiya xwe. Raste divê bi dermankirinê demildest bigihije tendirûstiya xwe. Ji ber vê divê şertê hepsa malê jî bê rakirin. Divê di şexsê Sîbel de hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.” Metîn Yoksu/Zuhal Atlan - dîhaber