Va ye muzîka HDP'ê ya referandumê 2017-03-02 13:35:27 NAVENDA NÛÇEYAN - HDP a ku li Amed, Stenbol û Îzmîrê starta kampanyaya "Na" da danasîna stranên referandûmê ya kurdî û tirkî ya "Na" jî kir. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amed, Stenbol û Îzmîrê starta kampanyaya referandumê da. Di starta kampanyayê de HDP'ê muzîkên referandûmê jî da naskirin. Muzîka ku Seyda Perînçek çêkiriye wiha ye: ‘NA’ Ji bo hêviyê zarokan, bêjin na Li dijî perçebunê, bêjin na Ji bo netewek demokratîk,bêjin na Jin û xort û kal û pîr tev bêjin na Na na na na na na ji yek alê re Na na na na na na ji yek netewê re Na na na na na na ji yek zimanî re na na Ji bo tolhildana jinê, bêjin na Ji bo ronahiya rojê, bêjin na Ji bo soza ku meda dozê bêjin na Tenê nabe bi yek dengî bejin na Na na na na na na ji yek alê re Na na na na na na ji yek netewê re Na na na na na na ji yek zimanî re na na Ji bo xeyalên hezar salan bêjin na Ji bo aşîtya hemû gelan bêjin na Ji serdest û zordaran re bêjin na Deng bidin hev tev bi hev re bêjin na Na na na na na na ji yek alê re Na na na na na na ji yek netewê re Na na na na na na ji yek zimanî re na na