Belavokên 'Çima Na?' li kolanan belav kirin 2017-03-02 14:08:32 WAN - Rêxistina DBP û HDP'ê yên Wanê ku starta referandumê dan, li kolan û qadan belavokên "çima Na? belav kirin. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Wanê di çarçoveya xebatên referandumê de li avahiya HDP'ê ya Wanê Civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe Ertan, endam û rêveberên TJA, HDP, DBP û Dayikên Aştiyê Amade bûn. Hevserokê HDP'a Wanê Yakup Ataş, diyar kir ku pêşnûneya qanûna pêşkêşî meclîsê kirin dixwaze îktîdara mutlak û rejîma yek zilamî pêş bixin û ev yek dê Tîrkiye têxe nava rêya tunebûnê. Ataş, anî ziman ku xebatên wan ên referandumê bi awayekî zêde didome û dê ji niha û şûnde mezintir bikin. Ataş anî zimanku wan belavokên encama "Na" û encama "Erê" dê çi bi xwe re bîne amade kirine û ji gel re dibêjin. Ataş, bilêv kir ku ex kolan bi kolan tax bi tax û mal bi lal digirin dû sedema "çima na? dibêjin.Ataş anî ziman ku dibêjin "Na" û dixwazin di rojên bi xêr dê bigêjin hev. Ataş, bal kişand ser girîngî û wateya 8'ê Adarê, 21'ê Adadê û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Hevserokê DBP'e Kamuran Yuksek, Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dê di 1'ê Nîsanêde li Wanê bi gel re bên cem hev." piştî axaftinê girsê li kolan û taxan belavokên "Çima Na" hatin belav kirin.