Li 12 gundên Amedê 'qedexe' hat îlankirin 2017-03-02 15:23:36 AMED - Li 12 gundên Licê û Hezoyê "qedexeya derketina derve" hat îlankirin. Walîtiya Amedê li 12 gundên navçeyên Licê û Hezoyê "ji ber operasyona li herêma çolter û daristanê" "qedexeya derketina derve" hat îlankirin. Di daxuyaniya walîtiyê de hat gotin ku li gundên Dîbekoy, Çagdaş, Yolçati, Tepe, Kabakaya, Ortaç, Yalaza, Baglan, Çavundur, Dolunay û Oyuklu yên Licê û gundê Çîtlîbahçe ya Hezoyê heta fermanekî duyemîn "qedexe" hatiye îlankirin.