Li Wêranşarê 4 kes hatin girtin 2017-03-02 22:48:19 RIHA - Li Wêranşarê, piştî teqîna li bajêr ji kesên hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin û her wiha 20 jê jî bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, di 17'ê Sibatê de li dijî lojmanên dadwer û dozgeran êrîşeke pêk hatibû. Piştî vê êrîşê li gund û taxên navçeyê gelek kes hatibûn binaçvkirin. Kesên hatin binçavkirin kom bi kom sewqî edliyeyê tên kirin. Ewil piştî binçavkirineke 13 rojan 24 kes ji muduriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadedayîna li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 24 kesan Zana Silgir, fesih Taşçilar, AYdin Taşkin û kesekî ku navê wî nehat zanîn bi îdiaya "endamtiay rêxistinê" hatin girtin. Her wiha 20 kes jî bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan.