ROJEVA 3'YÊ ADARA 2017'AN 2017-03-03 09:00:32 ROJANE * Serokê Komeleya 78'an a Şoreşger a Qersê Zafer Koçali, ji bo welatekî ronahî, pêşverû, demokratîk, hevdem di 16'ê Nîsanê de her kesî vexwand ser sindoqan. * Li Payîzavayê welatiyê berasteng Mithat Dogar, li Bendava Zernekê ya qeşa girtiye masiyan zevt dike û dibêje 20 sal e vî karî dike. * Welatiyê bi navê Necat Yildiz ê ji gundê Talatê ku şahidiya hilweşandina malan kiriye diyar kir ku leşkeran ewil bi ser mala wî de girtine piştre dest danîne ser telefona wî û 9 rojan di mala wî de mane. * Abdî Aykut ê ku li Xerabê Bava rastî îşkenceyê hat û hate girtin ji ber ku rewşa wî nebaş bû careke din rakirin nexweşxaneyê. Parêzerê Aykut, Ridvan Alp diyar kir ku tiştekî şênber tuneye ku bibe sedema girtina muwekîlê wî û ji ber ku li ser dosyayê de biryara veşarîbûnê heye nikarin xwe bigihînin tevahiya dosyayê. POLÎTÎKA * Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, diyar kir ku bi destpêkirina pêvajoya referandûmê hikûmet li dor vegotina "Birayên min ê kurd" diçe û tê. Yildirim got, "Em ne hevbirin, kurd bi xwe ne" û dest nîşan kir ku, dê gelê kurd di 16 Nîsanê de bersiva polîtîkayên hikûmetê bide. JIN * Endama Koordînasyona TJA'yê êrîşên li dijî jinên kurd ên sala dawî û li dijî van êrîşan berxwedana jinan nirxand û dest nîşan kir ku, êrîşên berê hatibûn kirin di vê sala dawî de bi awayekî giştî dubare hatine kirin, lê belê li dijî vê berxwedana jinan a 10 salan jî teqabulî sedsalekê dike. * Mîtînga ku dê ji aliyê Platforma 8’ê Adarê ya Stenbolê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bi dirûşmeya “Ji bo mayên xwe yên jiyanê, azadî, ked û bedena xwe NA” bê lidarxistin, dê 100 jin bi awayekî hevwext bi erbaneyan û dê 60 jin jî bi bisîkletan û stranên xwe yên “Na”yê dakevin qadan. * Jinên dersimî diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Nê". * Dayîkên Şirnexê diyar kirin ku divê çalekiyên 8'ê Adarê ji bo rêxistina "Na" bên kirin û gotin, divê jin dakevin qadan û li dijî rewşa awarte tilîliyên xwe bilind bikin. * Jinên KESK'î dê li navenda xwe ya giştî bi daxuyaniyeke çapemeniyê bernameya xwe ya 8'ê Adarê ragihînin. (11.00) * Enqere, Amed û Îzmîrê têkildarî 8'ê Adarê çalakî dê bên lidarxistin. (11.00 - 14.00) JÎNGEHA KEDÊ * Hostayê pêlavên "Yemenî" Mehmet Dursun Gokdeniz, diyar kir ku pêlavên "Yemenî" yên dîrokî bi bi her awayî hilberandiên keda desta ne û ji ber vê zaf tenduristiyane ne û wiha got: “Ji ber pirsgirêkên li welat firotina wan pir kêm e. Ev kar li ber tunebunê ye. Ji ber ku mirov nikare bi vî karî debara malbatekê bike. Ji ber vê nazewicim. Nanek hişk jî hebe têra min dike û ez ê vî karî berdewam bikim.”