‘Ji bo welatekî demokratîk divê her kes biçin sindoqan' 2017-03-03 09:11:27 QERS - Serokê Komeleya 78'an a Şoreşger a Qersê Zafer Koçali, xwest her kes ji bo welatekî ronahî, pêşverû, demokratîk, hemdem di 16'ê Nîsanê de biçin ser sindoqê û dengê xwe bikar bînin. Serokê Komeleya 78'an a Şoreşger a Qersê Zafer Koçali, diyar kir ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û ji bo welatekî ronahî, pêşverû, demokratîk, hevdem di 16'ê Nîsanê de her kesî vexwand ser sindoqan. ‘EM LI DIJÎ TARÎTIYÊ NE' Koçali, anî ziman ku şoreşger û sosyalîst li dijî dîktatoriyê têdikoşin û wiha axivî: "Em li vî welatî doza tiştên zaf baş dikin. Em welatekî azad dixwazin, em parvekirineke wekhev dixwazin. Em dixwazin li dijî emperyalîzmê têkoşîn xurt bib. Lê şert û merc, ji bo xwedîderketina hin nirxên Komarê me şoreşgeran anî gel heve. Divê baş bê zanîn em di warê laîkbûyînê de bi hestiyarî tevdigerin. Em li dijî paşverûtî, tarîtiyê ne. Em li gel perwerdehî û rêveberiyeke ronahiyî, zanistiyî û hevdem in." ‘BI NAVÊ SERBIXWEBÛNA DARAZÊ TIŞTEK NEMA' Koçali balê kişand ser xurtkirina eniya "Na"yê û wiha axivî: "Bi navê edaletê têgehek nema. Bi navê serbixwebûna darazê tiştek nema. Yekzilamî nayê qebûlkirin. Divê qanûnçêkirin wek hêzeke cuda, birêvebirin wek hêzeke cuda, daraz wek hêzeke cuda û serbixwe hebûna xwe bidomînin. Çimkî parastin û venihêrtina van nirxan pir muhîm e. Ev ne karê yekzilamî ye. Em hemû li dijî wê ne ku, kontrolkirina vî welatî têkeve destê yekzilamî." ‘DÎKTATOR HER TIM TÊK ÇÛNE' Koçali, diyar kir ku pêşeroja civakeke bêyî muxalefet tune ye û wiha got: "Ji ber vê pirdengî, pirçandî di jiyana me de tiştên jêneger in. Em ê hem li pridengiya xwe xwedî derkevin, hem jî em ê pirçandiya xwe qebûl bikin. Divê em li vî welatî hebûna kesên wek me nafikirin qebûl bikin. Ji xwe dîktatorî tim ji ber vê têk çûne. Ji ber ji bo vegotina xeletiyên xwe newêrek in. Hîtler jî, Mûssolonî jî wisa winda kirine." Koçali, dest nîşan kir ku her çi qas şert û mercên OHAL'ê bin jî û ne referandûmeke adil be jî, ew ê ji bo xurtkirina eniya "Na"yê bitêkoşin. Ji nifşên Şoreşgerên 78'an mamosteyê teqawîd Necati Botan jî, anî ziman ku ji bo hebûna civakê pêdivî bi edalet, serdestiya huqûqê heye û wiha axivî: "Armanca me ya 78'an ew bû ku em sosyalîzmê bînin vî welatî. Lê mixabin di ser re 40 sal derbas bûn. Dev ji sosyalîzmê berdin, Komar ji dest me diçe. Di 15 salan de bi navê serdestiya huqûqê tiştek nema. Di dîroka Komarê de her çi qas hindik be jî huqûq, edalet, wekhevî, azadî hebû. Em ê li dijî dîktatorî û yekzilamiyê bibêjin 'Na'. Û paşê jî em ê ji bo Tirkiyeyeke hevdem, laîk têkoşîna xwe bidomînin."