Di salên 90'î de di ber xwe dan û dîsa li ber xwe dan 2017-03-03 09:11:54 MÊRDÎN - Li gundê Xerabê Bava yê 19 rojan qedexe lê berdewam kir derket holê leşkeran îşkence li zarok û mezinan tevan kiriye. Gundiyan diyar kirin ku wan di salên 90'î de di ber xwe danû dîsa di ber xwe dan. Sabrî Bayhan ê 17 rojan rastî îşkenceyê hat diyar kir ku ew heqê xwe ji wan re nahêlin. Gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, di navenda herêma Omeriyan de cih digire, ji destpêka avakirina dîroka xwe heya niha rastî gelek serpêhatiyên zor hatiye. Windakirina di bin çavan de, koçberî, valekirin û herî dawî di qedexeya 20 rojan de talankirin, şewitandina malan û qetilkirin bû para şêniyên gund. Sabrî Bayhan ê ku 17 rojan di bin çavan de ma tiştên ku li gund bi serê wî hatiye vegot. Bayhan anî ziman ku leşkeran di serdegirtina gund de mala wî da ber guleyan û wiha got: "Di wê kêliyê de ez çûm aliyê malê yê herî dawî û bi wî awayî min xwe ji guleyan parast. Piştre min telefon ji qereqolê re vekir û bi wî awayî gulebaran sekinî." LEŞKERAN EZ BI ERDÊ VE KAŞ KIRIM Bayhan, diyar kir ku piştî gulebaran rawestiya leşker hatine hundir, ew derxistine derve û serpêhatiyên xwe wiha got: "Piştî ku ez ji mal derxistim sisê sisê, çar çar kesan li min xistin û ez bi erdê ve kaş kirim. Ji min re gotin, 'Nebêje ez cihê wan nizanim' dema min got 'min tu kes neditiye' careke din li min xistin û xeberên qirêj ji min re kirin. Kî dihat li min dixist. Piştre ez li wesayîta zirxî siwar kirim û birim Nisêbînê. Mala min jî demeke dirêj weke baregeh bikar anîne." SEWALÊN MIN JI BIRÇA MIRIN Bayhan, da zanîn ku çêlekek wî ji birçîna mir û dirêjî da gotinên xwe: "Çelekek ji birçîna mir, çêleka min a din jî dema za golika wê mir. Ji 40 mirîşkan tenê 3-4 hem man. Saleke li benda zayîna vê çêlekê bûm ku şîr û mastê wan ji bo zarokên xwe yên li Nisêbînê re bişînim. Ez ê gilîyê wan bikim. Ez vê yekê ji wan re nahêlim." ÇÛNA MIZGEFTÊ QEDEXE BÛ' Gundiyê bi navê Ahmet Goktaş ku 19 rojan tevî malbata xwe ji ber dorpêçê nekarîne ji malê derkevin tiştên ku jiyane wiha vegot: "Bi şev û roj em ne rehet bûn. Em hemû di malan de hepis kirin. Tu sûcê kesî tunebû. Îşkence kirin, sewalên me kuştin. Dema me ji bo nimêja înê destûr xwest gotin, 'qedexe ye' û nehiştin em biçin mizgeftê. Ava me û zexîrê me kêm bû. Destûr nedidan em biçin ji xwe re bînin. Digotin îro sibê îdare bikin. Ew qas îşkence li me kirin û piştre digotin em ê alîkariyê bidin we. Me alîkariya wan nexwest. Di salên 90'î de jî gundê me vala kirin. Lê ev qas bi serê me de neanîn." CENAZEYEK NÎŞANÎ ME DAN Goktaş diyar kir ku ew û gundiyek birine derveyî gund, li wir cenazeyek nîşanî wan dane û wiha berdewam kir: "3 caran bi ser mala min de girtin. Herî dawî hatin û gotin karê me bi te heye. Ez û gundiyek bi navê Esned birin xirbeyên derveyî gund. Li wir bîra avê û şkeft hebûn. Gotin li vir sixinak hene, me got ev xaniyên hin gundiyan e û ev 30 sal in çûne Elmanya. Piştre em birin ser cenazeyekî. Gotin hûn vî nas dikin me got em nas nakin û ji me bawer nekirin. Wan digot me 4 kes kuştine lê me cenazeyê kesekî dît. Xwîn li derdora cenaze tubenû. Ka ji ku anîne em nizanin. Me bi xwe tenê cenazeyek dît." GEF LI ZAROKAN XWARIN Zaroka 12 salî E.G ku dema qedexeyê destpê kirî bav û diya hatine binçavkirin û piştre diya wê rakirine nexweşxaneyê da zanîn ku leşkeran jêre gotiye, 'Ger tu cihê wan nebêjî heya bavê te bimire em ê wî di girtîgehê de bihêlin û wiha axivî: "Piştî dayîk û bavê min birin em çûn mala pîrika min. Li wir bi ser mala me de girtin û gotin, 'Hûn cihê wan nebêjin em ê îşkence li we bikin' me got em tiştek nizanin. Piştre li birayê min xistin û bi destê min girtin û ez pir pê êşiyam. Mala apê min şewitandin û sewalên wî kuştin. Hemû gundî li meydanê kom kirin û li wan xistin. Îşkence li hemûyan kirin. MAL KIRIN BAREGEH Û TALAN KIRIN Jina bi navê Hatîce Bayhan jî anî ziman ku leşker li mala wê bi cih bûne û ev tişt gotin: "Odeyek ya mala min ji bo raketine xwe veqetandin û hemû avalên malê ji bo xwe li wir kom kirin. Ez heya serê sibê li odeyekê bi tena serê xwe mam. Dema bû serê sibê ez çûm mala tiyê xwe. Piştre ez nexweş ketim û çûm Nisêbînê. Dema ez ji Nisêbînê hatim min dît hemû alavên mala min talan kirine tiştek ji min re nehiştine. Dîcle Muftuoglu/Nedîm Orûç - Dîhaber