PDK'ê êrîşî Şengalê kir 2017-03-03 09:25:12 ŞENGAL - Koma bi navê 'pêşmergeyên rojava' ya ser bi PDK'ê û yekîneyên Zêrevan ku weke 'hêzên taybet' ên PDK'ê tên binavkirin, bi tank û çekên giran êrîşî cih û warên sivîlan ên li Xanesorê kirin. Koma bi navê 'pêşmergeyên rojava', danê vê sibehê xwest bikeve herêmên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ên li bajarokê Xanesorê û ji ber vê yekê di navbera vê komê û YBŞ'ê de şer derket. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, hêzên PDK'ê êrîşî xaniyên sivîlan dikin. Gelek xanî ji ber êrîşa PDK'ê xera bûne. Sivîl jî ji ber êrîşê nikarin derkevin derve. Şerê li bajarokê Xanesorê yê Şengalê niha jî dewam dike. Tê gotin, ev êrîşa PDK'ê ya li dijî Şengalê, di dema serdana Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ya li Tirkiyeyê de hatiye plankirin.