'Tirkiye nikare li Minbicê encam bigire' 2017-03-03 11:42:06 MINBIC - Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbicî diyar kir ku ji ber ku riya Reqayê ji Tirkiyeyê re hatiye girtin Minbic kirine hedef û êrîşên "Ji bo dagirkirina Milbicê" bên kirin dê bi gel re bên şikandin. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Azad a Tirkiyeyê (AAS) ên bi hevre operasyona "Mertalê Firatê" dimeşînin di vî çarçoveyê de êrîşên xwe didomînin. Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbicî diyar kir ku Tirkiye dixwaze Minbicê dagir bike û ew ê li dijî êrîşan gelên xwe biparêzin, êrîşên li dijî wan jî tifaqa bi DAIŞ'ê re tê kirin. PEVÇÛN DIDOMIN Mistefa Minbicî diyar kir ku du rojên dawî ne komên TSK û AAS'ê êrîşî herêmên ku di bin kontrola wan de ye dikin, êrîş bi çekên giran pêk tên. Minbicî wiha axivî: "Heta niha şer didome. Di çarçoveya şer de hem leşkerên tirk hem jî komên girêdayî wan gelek windahî dan. Jibilî vê jî gelek cebilxane û panzerek jî kete destê me." 'DIXWAZIN DAGIR BIKIN' Minbicî da zanîn ku êrîşên Tirkiyeyê piştî ku hêzên girêdayî rejîma Sûriyeyê nêzîkî sînorê wan bû zêdetir bû, riya Reqayê ji Tirkiyeyê re hatiye girtin ji ber vê yekê ew bûne hedef. Minbicî got ku armanca êrîşan dagirkirina Minbicê ye. 'TIFAQ PÊK ANÎN LÊ DÊ BI SER NEKEVIN' Minbicî diyar kir ku DAIŞ'ê li Cerablus û Babê cilên xwe guherandiye û bi komên TSK û AAS'ê re bi awayekî hemwext ji başûrê Minbicê êrîşî wan kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di navbera wan de tifaqek heye. DAIŞ ji başûr Tirkiye û komên girêdayî wî jî ji rojava û bakur êrîşî me dikin. Bila hemû kes baş bizanibin ku em ê Minbicê li dijî êrîşan biparêzin. Leşkerên tirk nikarin bi ser kevin, encamê bigirin. Hem gelê Minbicê hem jî gelê bakurê Sûriyeyê baş dizanin. Li gundên Arîma, Bogaz, Ulaşli, Xaldiye û Hutê li eniyekî berfireh êrîşî me kirin. Bila niha bên û bibînin. Cenazeyên wan li ser xetê li erdê ye. Çekên xwe hiştin û reviyan." 'EM Ê BI GELÊN XWE VE ÊRÎŞAN BIŞIKÎNIN' Minbicî da zanîn ku êrîşên li dijî Minbicê bêyî agahiya hêzên koalîsyonê nîne û got ku divê tu kes li hemberî êrîşên li dijî Minbicê bêdeng nemîne û wiha axivî: "Banga me ji bo wan ew e ku bila berpirsyariya dikeve li ser milê xwe bi cih bînin. Niha dewleta tirk êrîşî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikin. Divê vî bibînin. Bila gumana gelê me nebe. Me berê çawa li ber xwe da em ê wisa bidomînin. Gelê Minbicê ne AAS'ê ne jî DAIŞ'î qebûl dike. Li cem me cihê xwe girtin. Em ê bi hevre van êrîşan bişikênin." Nazim Daştan - dîhaber