Parlamenterê HDP’î Pîr xwest Serokomar wekî şahid bê guhdarkirin 2017-03-03 15:13:58 AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Zîya Pîr ku der barê wî de heta 33 sal cezayê girtîgehê tê xwestin, xwest Serokomar Erdogan jî wekî şahid bê guhdarkirin. Heyeta dadgehê daxwaza Pîr red kir. 2'yemîn rûniştina doza Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pir, ku ji ber 4 axaftinên wî yên 2015'an heta 33 salan cezayê girtîgehê tê xwestin li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Pîr ku hefteya borî beşdarî rûniştinê nebû û der barê wî de biryara bi zorê bînin dadgehê hat dayîn, beşdarî rûniştina dozê bû. Li gel Pîr parêzerên wî Mesut Beştaş û Reyhan Yalçindag jî amade bûn. Piştî xwendina nasnameyan û îdîanameyê Pîr mafê parastinê girt û sûcdariyên der barê xwe de red kir. Pîr, wiha got: "Îro divê ez ne li vir bûma. Ez hêj parlamenter im û destnedayîna min didome. Li dijî qanûna bingehîn destnedayîn hat rakirin. Li gel tu telbîgat ji min re nehatine, ez di 4'ê mijdarê saet di 01.00'an de di serdegirtina mala xwe de hatim binçavkirin. Dozger jî mikur hat ku kaxiz ji min re neşandiye. Darizamdina min a li vir li dijî hiqûq û zagonan e. DI MÎTÎNGA HDP'ê DE 20 HEZAR ALÊN TIRKIYE HATIN VEKIRIN Pîr, di parastinê de anî ziman ku ew ji ber axaftina xwe ya mîtînga 5'ê Hezîrana 2015'an tê darizandin û wiha got: "Di mîtînga HDP'ê ya ku dibe partiya Tirkiyeyê de 20 hezar alên Tirkiye hatin vekirin. Min parast ku di mîtînga HDP'ê de ala Tirkiye hebe. Dî wê demê de ez çûm Pîranê û min ziyareta goristanan kir. Cenazeyê leşker û gerîlayên di şer de jiyana xwe ji dest dabûn li pey hev hatibûn li pey hev hatibûn definkirin. Min dayika herduyan jî ziyaret kir. Herdu dayik jî ji bo zarokên xwe dibêjin şehît. Dema fezlekeyên der barê min de hatin amadekirin Parlamenterê AKP'ê hat cem min û got 'Me nikarîbû axaftinek wisa li Amedê kiribûya. Ji bilî HDP'ê kesî nikarîbû vê axaftinê li Amedê bike' û piştgirî da min." GER KU AKP PARASTINA REJÎMÊ DIKE ÇIMA EZ PARASTINA XWESERIYÊ NEKIM Pîr, anî ziman ku yek ji sûcdariyên der barê wî de tên kirin jî axaftinên der barê rêveberiyên xweser in û wiha got: "Dîmenên van axaftinên min birîne û di dosyaya îdîanameyê de bi cih kirine. Axaftina min a di rojnameyek fermî de derketiye kirine mijara dozê. Min di axaftinê xwe yên der barê rêveberiyên cewherî de diyar kir ku divê ev li gorî zagon û qanûna bingehîn bin. Ez 35 salan li Almanya jiyam. Min perwerdehiya aboriyê dîtiye. Min dersa hiqûqê dîtiye. Min ders daye xwendekarên zanîngehê yên beşa hiqûqê. Di 28'emîn xala Qanûna Bingehîn a Alman de behsa rêveberiya xweser dike. Min ev lêkolîn kiriye. Ez nizanim ku KCK kengî rêveberiya xweser dixwaze, lê ji sala 93'an heta niha li Almanya ev rêveberiya cewherî heye. Ez diparêzim ku wekî pergala alman a eyaletê bê avakirin. Ji xwe rêveberiya xweser di rêziknameya me de jî heye. Ez siyasetmedar im û karê min axaftin e. Ger ku îro AKP serbest parastina guhertina rejîmê dike wê demê çima ez qala wê û parastina wê nekim. Ez di serdema Serokomar Erdogan de xebitim. Min ev mijar bi wîre parve kir. Ew jî der barê rêveberiya cewherî de xwedî agahî ye. Di vê mijarê de ez dixwazim Erdogan wekî şahid bê guhdarkirin. Disa ez dixwazim Waliyê Amedê bê guhdarkirin. Ger ku li cihekî xwîn birje ez wekî parlamenterekî dê bang li dewletê bikim. Min ev kir. Dozger xwest Pîr biryara kontrola edlî berdewam bike. Prz. Reyhan Yalçindag jî parastin kir û diyar kir ku îdîaname yek alî hatiye amadekirin û got: "muwekilê min mafê xwe yê azadiya ramanê û siyasetê bikar anîye. Prz. Mesut Beştaş jî anî ziman ku yekî wekî wekîl ji ber nixwaşên xwe divê neyê darizandin. Heyeta dadgehê jî daxwaza Pîr a bila Serokomar Walî wekî şahid bên guhdarkirin red kir û doz taloqî Tîrmehê kir.