Li Rihayê 11 kes hatin girtin 2017-03-03 21:26:25 RIHA- Li Wêranşara Rihayê piştî teqîna li navçeyê, ji kesên hatin binaçvkirin 11 jê hatin girtin. Li Wêranşara Rihayê, di 17'ê Sibatê de li dijî lojmanên dadwer û dozgeran teqînek pêk hatibû. Piştî teqînê li navçeyê gelek kes hatibûn binçavkirin. Duh ji 24 kesên sewqî edliyeyê kiribûn 4 kes jê hatibûn girtin û 20 kes jî bi şertê venêrîna edlî serbest hatibûn berdan. Îro jî ji 19 kesên sewqî edliyey hatin kirin, 11 kes jê hatin girtin û 8 kes jê jî bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan. Navê kesên hatin girtin ev in: Mustafa Turk, Feridun Ekinci, Ridvan Ektiren, Hasan Kanar, Mahmut Yavuklu, Ferzende Dinek, Şahin Kapak, Haydar Kizilboga, Mehmet Gezgor, Evin Karabulutlu, Rojbin Atilla.