Rojnameger û sînemager hatin binçavkirin 2017-03-04 12:16:10 AMED - Polîsan sere sibê li Amedê bi ser gelek maland de girt. Di serdegirtina malan de rojnameger û sînemager hatin binçavkirin. Polîsan di saetên serê sibê de li Amedê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de xebatkare Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn Welat Yalçin û xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê yên bi KHK'ê hat girtin Serdar Kale binçav kirin. Sedema binçavkirina Yalçin û Kale nehat zanîn. Kale û Yalçin ên li malê hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.