Çalakiya ji bo Ocalan dane destpêkirin di roja 17’an de ye 2017-03-04 13:30:18 ÎZMÎR - Girtiyên siyasî yên Girtîgeha Şakranê yên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin, di roja 17’an de berdewam dike. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakranê ya Aliaga bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin di 15'ê Sibatê de dest bi çalakiya greva birçêbûnê kiribûn di roja 17’an de berdewam dike. Ji Girtîgeha Tîpa T2 a Şakranê 8, Ji Tîpa T3 jî 5 girtiyan di 15'ê Sibatê dest bi çalayika greva birçêbûnê ya bê dem û bê dorveger kiribûn. Di 22'ê Sibatê de jî ji Girtîgeha Jinan a Şakranê jî 5 jinan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. 'NE PÊKAN E MIDÛRÊN GIRTÎGEHÊ BIBÎNIN' Nûnera Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan a Îzmirê Selma Altan, der barê rewşa drawî ya girtiyan de agahî da û wiha got: "Girtiyên ketine çalakiyê kîlo dane. Lê girtî di çalakiya xwe de bi biryar in. Îro zext û zordariyên li girtîgehan berdewam dikin û zêde dibin sedema wê OHAL e. Ne pêkan e ku midûr û dozgerê girtîgehê bibînin. DAXWAZA HEVDÎTINÊ HAT REDKIRIN Altan, bang li parazvanen mafên mirovan û hiqûqnasan kir u xwest hestiyar tev bigerin. Altan, da zanîn ku wan xwest der barê mijarê de bi midûr û dozgerê girtîgehê re hevdîtin bikin, lê ev daxwaz nehatiye bersivandin. Midûr ne dixwaze girtiyan bibîne û ne dixwaze me bibîne.