Ji Amedê bang li Barzanî kirin: Bila bi lez ji Şengalê vekişin 2017-03-04 13:55:41 AMED - KCD, DBP, HDP, TJA û HDK li ser êrîşên KDP’ê ya li hemberî Şengal’ê daxuyaniya hevpar da çapemeniyê. Hevseroka KCD’ê Leyla Gûven balkişan li ser ziyareta Barzanî ya Tirkiyê û got ku êrîşê li hemberî Şengal’ê encama lihevkirina Barzanî û dewleta Tirk e. Gûven da zanîn ku kurdên Êzidî mîna berê ne bê xwedî ne û KDP’ê û Barzanî hişyar kir. KCD, DBP, HDP, TJA û HDP li ser êrîşên KDP’ê ya li hemberî Şengalê li navenda giştî DBP’ê civîna çapemeniyê pêk anî. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Wekîla Hevseroka Giştî ya DBP’ê Gulcîhan Şîmşek, Serokwekîlê koma HDP’ê Ahmet Yildirim û Parlementerê HDP’ê ya Dîlokê Mahmut Togrul beşdarê daxuyaniyê bûn. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven daxuyaniya hevpar da û anî ziman ku dîroka Kurdistanê bi qasî îxaneta navxweyî, bi berxwedanê jî tije ye û wiha got: "Dagirkerên Kurdistanê her ku li hemberî berxwedana gelê kurd tengav dibin û bi destê kurdên xwefiroş, îxaneta navxweyî dixin dewrê. Ev îxanet herî dawî di êrîşa li hemberî kurdên Êzidî de careke din derket holê. Em erîşên AKP-KDP li ser Rojava û Şengalê bi tundî şermezar dikin. Wekî tê zanîn çend roj berê birêz Mesud Barzanî hat Tirkiyeyê û bi Erdogan û Binalî Yildirim re hevdîtin pêk anî. Balkêş e ku piştî hevdîtinê eskerên tirk bi çeteyên xwe re êrîşî gundên Minbicê kirin. Duh jî heman çete li Xanesorê êrîşî kurdên Êzidî kirin. Ev jî nîşan dide ku ev herdu êrîş di encama lihevkirina birêz Barzanî û dewleta tirk pêk hatine.” ‘PIŞTÎ ZIYARETÊN BARZANÎ KOMKUJÎ PÊK HATIYE’ Guven balkişan li ser ziyaretên Barzanî ya ji beriya niha li Tirkiyê pêk aniyî û axaftina xwe wiha domand: “Piştî ziyaretên Barzanî, li ser gelê kurd komkujî pêk hatine. Êdî her kes baş zanin ku hevdîtin li ser komkujiya gelê kurd û têkbirina destkeftiyên kurdan pêk tên. Heke ne wisa be em li vir bang birêz Barzanî dikin ku bila derkeve pêşberî raya giştî û rastiyê bibêje. Divê baş zanibe ku bêdengiya wî tê wateya qebûlkirina îxaneta li hemberî gelê kurd. Wexta em li daxuyaniyên tên dayîn de dinêrin bazara wan a qirêj bi awayekî vekirî derdikeve holê.” BANG LI BARZANÎ HAT KIRIN: ÊRÎŞKARÊN XWE JI HEREMA ÊZIDIYAN DERXÎNE Guven êrîşên DAÎŞ’ê ya di sala 2014’an de ya li hemberî Şengal’ê bibîr xist û wiha berdewam kir: “Birêz Barzanî li şûna ku hesabê revîna xwe ya ji Şengalê bide kurdên Êzidî, niha bi çeteyan re êriş dike. Jixwe wexta DAIŞ'ê di 2014`an de êrîşî kurdên Êzidî kirin, we gel tenê hişt û hûn ji wir reviyan. Hîn gelê me ew xiyaneta we ji bîr nekiriye. Niha jî hûn bi çekên DAlŞ`ê êrîşî gelê me dike û dixwaze bi vê êrîşê fermana 74'an a DAIŞ'ê ku nîvco mayî temam bike. Piştî gelê me xwe parast û êrîşên wan vala derxistin û vê carê amadekariya şandina hêzên nû dike. Gelo bi vê yekê amadekariya êrîşên dijwartir dike? Em ji birêz Barzanî re dibêjin ku demildest dawî li erîşan bîne û êrîşkarên xwe ji herêma kurdên Êzidî derbixîne.” ‘KURDÊN ÊZIDÎ NE BÊ XWEDÎ NE’ Guven anî ziman ku êrîşên li hemberî kurdên Êzidî êrîşên wekî li hemberî xwe dibînin û wiha pê de çû: “Em wekî rêxistin, partî û gelê bakurê Kurdistanê eşkere dikin ku êrîşa li hemberî kurdên Êzidî, erîşa li hemberî xwe dibînin. Divê bê zanîn ku kurdên Êzidî mîna berê ne bêxwedî ne. Em ê bi tu awayî destûrê nedin fermanên nû û li hemberî wê têbikoşin.” ‘ÊDÎ DAWÎ LI XIYANETÊ BÎNIN’ Guven da zanîn ku ew ji vê rojê şûnde li hemberî êrîşên bi vî avayî bertekên wan bi şermezarkirinê namînin û ev tişt got: “Bila vê yekê baş zanibin ku ji vê seatê şûnde bertekên me wekî berê bi şermezarkirinê sinorkirî nemîne. Em ê jî bersiva herî di cih de bidin wan. Divê êdî birêz Barzanî û partiya wî hişê xwe komî serê xwe bikin. Ya mîna berê li cem dagirkerên Kurdistanê cihê xwe bigirin û deqa xayintiyê li ser eniya wî be, yan jî dev ji xiyanetê berde û li cem gelê xwe cih bigire. Ji vê pêvtir tu rêyeke din tuneye. Em wî dawetî cem gelê kurd dikin û dibêjin êdî dawi li vê xiyanetê bîne. Di vê berxwedana dîrokî de serftin a gelê kurd û Rojhilata Navîn be.” ‘DIVE BARZANÎ HÊZÊN XWE PAŞVE BIKŞÎNE’ Guven pirsên rojnamegeran ya derbarê daxuyaniyên Wezîrê Karên Hûndir Sûleyman Soylu jî bersivand û wiha got: “Barzanî ji beriya niha jî gelek caran hat Tirkiyê. Piştî ziyaretan li ser axên Kurdistanê operasyon destpê dike. Dewleta Tirk ev sed sale statuya gelê kurd qebûl nake. Binêrin dema ziyareta Barzanî ala Kurdistanê bû sedema niqaşan û ne hat qebûlkirin. Ji ber ku ala Kurdistanê destkeftiya gelê kurd e ne hat qebûlkirin. Ji ber vê yekê îro hewcehiya gelê kurd bi yekitiya netewî heye. Îro hezaran jinên Êzidî bi destê çeteyên DAÎŞ’ê tê firotin. Heger KDP wextê xwe de xwedî li Şengal’ê derketba, îro hewcehî tû hezên din nebû. Lê xwedî li Şengal’ê derneket. Ji ber vê yekê mafê Sûleyman Soylu yên axaftina derbarê axa Kurdistanê û têketina axa Kurdistanê tûne ye. Bila baş bê zanîn êrîşên li hemberî Şengal’ê li hemberî tewahiya gelê kurd e. Em bang li Barzanî dikin, dive demildest hêzên xwe ji axa Şengal’ê paşve bikşîne.” ‘HÊZÊN PARASTINA ŞENGAL’Ê HEYE’ Serokwekîlê koma HDP’ê Ahmet Yildirim jî pirsa nûçegîhanê Rûdaw’ê bersivand û got: “Li heremê Hêzên Parastina Şengalê heye û hewcehî bi tû hêzên din jî nake. Îro hezeran jinên Êzidî li destê DAÎŞ’ê de ne. Heya ku Şengal bi temamî neyê rizgar kirin mafê tû kesê tûne ye ku bikeve axa Şengal’ê de.” ‘HEWCEHIYA KURDAN BES BI YEKITIYÊ HEYE’ Yildirim anî ziman ku HDP gelek caran herama Başurê Kurdistanê hevdîtin pêk aniye û axaftina xwe wiha bi dawi kir: “Em bi KDP’ê, Goran û YNK’ê re gelek caran civiyan. Encama hevdîtinên me de biryara hevpar ev bû ku êdî xwîna kurdan bi destê kurdan neyê rijandin. Ji ber ku em naxwazin dîrok dûbare bike. Êdî gelê kurd di cîhanê de cihê xwe çêkiriye. Dive kurd îro ne xwe bi xwe re bikeve nava pevçûnan de, dive yekitiya xwe ava bike.”