'Bila girtiyên nexweş bên berdan' 2017-03-04 14:34:15 ÎZMÎR -Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî da û diyar kirin ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê bi armanca balê bikşine ser rewşa girtiyên nexweş li qada Sumerbank a Konakê bi navê "Ji Mahpusên nexweş re azadî" daxuyanî dan. Di çalakiyê de gelek xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan amade bûn. Çalakgeran di çalakiyê de pankarta "Bêdeng nebe, nebe şirîkê sûc. Dimirin" û "Saziya Tipa Edlî bû îdam û daraz bû înfaz" vekirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê Ahmet Çiçek, diyar kir ku bandora polîtîkayên îktîdrara siyasî xwe li girtîgehan jî dide nîşan û wiha got: "Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê zextên li ser girtiyan derket asta herê jor. Ji ber zextên li ser girtiyan gelek girtiyan li girtîgehaın dest bi çalakiya greva birçîbunê kiriye." BEDEN FELÇ E Çîçek bal kişand ser rewşa Girtiyê Girtîgeha Tîpa R a Menemenê Ahmed Hamî û wiha got: "Herdu piyê wî jî felç in. Bi sandalyaya bi teker tev digere. Divê her roj tedawiya fîzîkî bibîne. Lê heta niha nehatiye dermankirin. Me daxwazên xwe ji midûriyeta girtîgehê û dozgerê komarê kir, lê heta niha tu bersîv nedaye me."