Belavkarê rojnameyê Azçalişan hat binçavkirin 2017-03-04 15:35:45 EDENE - Belavkarê rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medyayê Selîm azçalişan hat binçavkirin. Belavkarê rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medyayê yê Edeneyê Selîm Azçalişan li taxa Kuçukdîkîli ya navçeya Seyhanê li dikana xwe ya kasetan hat binçavkirin. Azçalişan bi îdiaya ku der barê wî lêpirsînekî ku hatiye vekirin de îfade nedaye hatiye binçavkirin û ew birine Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê.